Hirvatistan li Ewropayê bû welatê 3’yemîn ê ku qanûna femînîsîd derxist

Hirvatistan di nav welatên Yekîtiya Ewropayê de bû welatê sêyemîn ku statûyek qanûnî ya cuda daye kuştina jinan.

Serokwezîrê Hirvatistanê yê muhafezekar Andrej Plenkoviç di dawiya meha Sibatê de dema pêşnûmeya qanûnê pêşkêş kir got: "Bi van guhertinan em maf, ewlehî û rûmeta jinan diparêzin û peyamê didin ku tundiya li ser jinan nayê qebûlkirin."

Di metna ku parlementoyê qebûl kiriye de tê diyarkirin ku dibe ku ji 10 salan heta 40 salan cezayê girtîgehê bê dayîn. Ev ceza li gor qanûnên Hirvatistanê cezayê herî giran e.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Hînayê, 77 parlamenteran dengê erê û 60 parlamenteran jî dengê na dan guhertina qanûnê. Bi vê dengdayînê re qanûn hat qebûlkirin.

Li gorî rêxistinên sivîl ên herêmî, Hirvatistan di YE’yê de welatê ku herî zêde jin lê tên qetilkirin di rêzê sêyemîn de ye
Li gorî daneyên YE’yê di sala 2022’an de li Ewropayê 2 hezar û 300 jin ji aliyê hevjîn û endamên malbata xwe ve hatine qetilkirin.

Li Hirvatistana ku nifûsa wê 3,8 milyon e, di sala 2022’yan de 13 jin, 12 ji wan ji aliyê xizmên xwe ve, 9 jin jî di sala 2023'an de hatin qetilkirin.

Piştî ku xwendekara hiqûqê Mihaela Berak a 20 salî ji aliyê polîsekî ku pê re demeke kurt pêwendiya wê hebû hat qetilkirin, hikûmetê biryar dabû ku vê qanûnê pêşniyar bike.

Mirina Mihaela Berak rê li ber nîqaşên têkçûna pergala parastina mexdûran vekir. Li seranserê welêt ji bo Mihaela edalet bê xwestin û ji bo kuştina jinan bikeve qanûnê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Beriya Hirvatistanê Qibris û Maltayê statûyeke qanûnî ya cuda dabûn kuştina jinan.