BI DÎMEN

Li Parîsê çalakiya lêgerîna edaletê didome

Li paytext Parîs a Fransa, jinan bi bandên reş devê xwe girtin û bêdeng meşiyan. Jinan daxwaz kirin ku rûyê reş ê qetlîma Parîsê ku 3'ê jinên şoreşger hatibûn qetikirin, derbikeve holê.

 

 

Li Parîsê ji bo 3'ê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku 9'ê Çileya 2013'an hatibûn qetilkirin, çalakiya edalet û derxistina rastiyan lidar xistin.

Çalakiya edalatê ya pêşengtiya wê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa kir, Endamên Yekitiya Jinên Sosyalîst (SKB) piştgirî kirin.

Kurdistanî saet 14:00'an li pêşiya avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Parîsê li hev civiyan. Di çalakiya vê hefteyê de jinan devê xwe bi bandên reş qepat kirin û heta cihê Boruya Enformasyonê a Kurdistanê ku her 3'ê jinên şoreşerger lê hatibû qetilkirin, meşekî bêdeng lidar xistin.

Li pêş avahiya Boruyê ji bo şehîdên tekoşîna azadiya Kurd deqeyek rêz hate girtin û axaftin hatin kirin. Di axaftinan de wiha hat gotin: "Ev 4 sal e ku em daxwaz dikin ku dewleta Fransa destên reş ên li pişta vê qetlîamê derbixin holê û em ê ji niha û pê ve ji çalakiyên xwe yên edaletê bidomînin.