BI DÎMEN

Li Kobanê qadeke kar a jinan: Nanpêjiya Jiyan

Li Kobanê, Nanpêjiya Jiyan ji bo jinan bûye cihekî girîng ê kar û debarê. Xebatkarên wê hemû jin in. Kedkarên Nanpêjiya Jiyan 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran pîroz kirin.

Nanpêjiya Jiyan a li Kobanê ku hemû xebatkarên wê jin e, ji bo jinan bûye cihekî girîng ê debarê.

Sara Ehmed Yasîn ku dayika 3 zarokan e, zêdeyî 2 sal in li nanpêjiya jiyan dixebite. Sara Ehmed Yasîn qala karê xwe kir û got, "Di berbanga sibehê de saet 3 û nîvan em berê xwe didin nanpêjê û li wir dest bi amadekirina nan dikin. Bi vî karî em debara xwe dikin, xizmetê ji mal û zarokên xwe re dikin. Li vê nanpêjê tenê xebatkarên jin hene û em gelek jin jî tê de dixebitin."

Sara Ehmed Yasîn anî ziman ku ew bi vî karî gelekî kêfxweş in û wiha domand; "Ev roj cejna karkeran e û em bi vî karê xwe gelekî kêfxweş in. Em ê jî bi vî karî heta dawiyê xizmeta civaka xwe bikin. Ma ne Jin Jiyan Azadî ye, em ê jî nanê xwe heta dawiyê bipêjin."

Emîra Derwêş jî kêfxweşiya xwe ya ji ber vî karê nanpêjiyê anî ziman û 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê pîroz kir.