BI DÎMEN

KJA: Komplo di dîroka mirovahiyê de weke deqek reş cihê xwe girt

KJK ji bo mîtînga bi armanca protestokirina komploya navneteweyî ya li bajarê Strasboûrg a Fransayê hate lidarxistin peyamek şand.

Peyam Koordînasyona KJK’ê: Komploya Navneteweyî ya ku bi destê DYA, Îsraîl, Îngîltere, YE, Rûsya, Yewnanîstan û hevakarên Kurdan hêzên xîyanet kar pêk hat di dîroka mirovahiyê de weke deqek ‘Reş’ cihê xwe git, Rêbertiya me, gelê me û şehîdên em yên qehreman ên ku li dijî vê derketin jî bûn rûyên ronî yên dîrokî.

Mîtînga Strasboûrg a bi armanca protestokirina komployê bi peyama KJK’ê dewam kir.

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan temsîla hemû nirx, ruh, vîn, li ser bingehê nirxê têkoşîna li Kurdistanê hatî avakirin, dike û wiha hate gotin: “Bi hedefkirina komployekî evqas qirêj a hate kirin bi rastiya şênber a Rêbertiyê ve girêdayiye. Komploya Navneteweyî ya ku bi destê DYA, Îsraîl, Îngîltere, YE, Rûsya, Yewnanîstan û hevakarên Kurdan hêzên xîyanet kar pêk hat di dîroka mirovahiyê de weke deqek ‘Reş’ cihê xwe git, Rêbertiya me, gelê me û şehîdên em yên qehreman ên ku li dijî vê derketin jî bûn rûyên ronî yên dîrokî.

Koordînasyona KJK’ê di dewama peyama xwe de ev tişt got: “Ji ber ku Rêber Apo li dijî sîstema kapitalîst a hegonomîk a ku gel parçe dike, ji hev dixe, dihelîne, tine dike û gel li dijî hev der deixe û dixwaze Rojhilata Navîn bike koleyê xwe derket, ji bo wê hêzên navneteweyî û hinek hevkarên Kurd jî dan li gel xwe û komplo li dijî Rêbertiya me pêk anîn.”

Di peyama KJK’ê de hate destnîşankirin ku divê gelê Kurd û bi taybet jin li dijî Komploya 15’ê Sibatê hê bi hêztir, xurtir û bi biryardarî têbikoşin û wiha got: “Ji bo vê salê komplo bi giştî bê vala derxistin û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, şensê aştiyê ji her demê bêhtir heye.

Li ser vî bingehî em carekî din komploya navneteweyî ya li dijî mirovahî û demokrasiyê lenet dikin û bang li Kurdan û bi taybet jinan, ciwanan û dostên xwe yên ku li gel têkoşîna gelê me cih digirin û li gel nirxên sosyalîzim û demokrasiyê ne dikin; li derdorî azadiya Rêbertiyê bibin xelekek ji zincîrê, têkoşînê xurt û bilind bikin.”

‘DIVÊ ME NA’YÊ XURT BIKIN’

Piştî peyama KJK’ê, çalakvanên Meşa Dirêj a ji bajarê Mannhemîm a Elmanya ku bi şîara “Azad Bike” ber bi Strasborûgê ve ketibûn rê derketin ser dikê û peyama xwe xwendin.

Ciwnan di peyama xwe de diyar kirin ku di berxwedana xwerêveberiyê de têkoşînekî mezin hate kirin. Ciwanan diyarkirin ku heta Ocalan azad bibe wê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Her wiha ciwnan destnîşan kir ku divê di referandûmê de dengê ‘NA’ xurt bikin. Ciwanan gotin: “Wê sala 2017’an bibe sala azadiy Ocalan”

Di dewama mîtîngê de peyamên Koordînasyona Organîzatoran û Partiya Şoreşger û Partiya Lenînî- Marksîst a Elmanyayê ve dewam dike.