'Jin tenê bi yekîtiya neteweyî dikarin jiyaneke azad biafirînin'

Endama KJAR'ê Uta Doxuruzgari diyar kir ku jin tenê bi yekîtiya neteweyî dikarin jiyana azad biafirînin û got, "Em; jinên Rojhilata Navîn dikarin lîstikên wan hêzan xera bikin ku şerê sêyemîn ê cîhanê dane destpêkirin."

Endama Komalên Jinên Azadiya Rojhilat (KJAR) Uta Doxuruzgari diyar kir ku Îran li welêt, bi taybetî jî li Rojhilatê Kurdistanê bi rêya polîtîkayên şerê taybet bêexlaqiyê li ser civakê ferz dike û destnîşan kir ku divê jin li ber sîstema baviksalariyê rabin û xwe birêxistin bikin. Endama KJAR'ê got, "Li Rojhilata Navîn bi taybetî li Kurdistanê pêwîstî teqez bi îdeolojiya rizgariya jinê heye" û destnîşan kir ku ev yek jî bi rêxistiniya li qada îdeolojîok, siyasî û leşkerî dibe.

Gerîlaya KJAR'ê Uta Doxuruzgari têkildarî rêbazên şerê taybet ê dewleta Îranê yên li Rojhilatê Kurdistanê ji ANF'ê re axivî.

'RONAHIYA RÊYA ME RÊBER APO YE'

Gerîla Doxuruzgari bal kişand ser nêrîna jinê ya li ser pirsgirêkên li nava welat û têkoşîna jinê û got: "Her jinek dema rewşa welat û pirsgirêkên li welêt binirxîne wê bibîne ku têkoşîn divê. Ev jî ji bo tevahiya jinên Rojhilata Navîn derbasdar e. Em jinên Kurd, ronahiya rêya xwe, felsefeya Rêber Apo dibînin û em xwe tê de ava dikin, tekoşînekê didin meşandin. Îdeolojiya bêdawî ya Rêber Apo ku ji bo hemû gelên bindest bûye sentezek, jiyanek azad, wekhev; bi taybet ji bo yekîtiya hemû jinên cihanê û ji bo jinên Kurd, bingeha artêşbûna jinê ye. Li Rojhilata Navîn bi taybetî li Kurdistanê pêngava îdeolojiya rizgariya jin wekî pêwîstiyekê tê dîtin, artêşbûna jin tê avakirin; xwe wekî artêşa jinê li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê bi rêxistin dikin. Di heman demê de wekî hêzên HPJ û KJAR li Rojhilatê Kurdistanê di hêla îdeolojîk, siyasî, leşkerî de xwe bi rêxistin dikin."

'TÊKOŞÎN NE TENÊ JI BO GELÊ KURD Û JINÊN KURD E; DIVÊ TÊKOŞÎNEK HEVPAR HEBE'

Yta Doxuruzgari li ser yekîtiya jinê û tekoşînê ev nirxandin kir: "Tekoşîna me ne tenê ji bo gelê Kurd û jinên Kurd e, ji bo azadiya civakê ye; derxistina dijmin ji vê axa pîroz e. Ji bo netewebûna jinê, bi têkoşîneke bêdawî şerekî giran tê kirin. Pêwîste ku di nava gelê Rojhilata Navîn û hemû jinên cihanê de hevgirtinek ava bibe. Li ser yek fikir û armancê li dijî sîstema zilamsalarî derbikevin, têbikoşin, xwe bi rêxistin bikin."

'JINÊN EFGANÎ DIKARIN TÊKOŞÎNA JINÊN KURD Û EREB ÊN LI ROJAVA JI BO XWE NIMÛNE BIGIRIN'

Gerîlaya HPJ'ê Uta Doxuruzgari qala rewşa jinên Efganî ya piştî kontrolkirina Talîbanan a Efganistanê jî kir û wiha pêde çû: "Vê dema dawî rewşa jinên Efxan welê ye ku pêwîste hev bigirin û yekîtiya xwe li dijî sîstema heyî bi rêxistin bikin. Wekî nimûne şerê Rojava ku tevahiya cihanê dît û hêza têkoşîna jinê jî hat dîtin. Di şexsê jinên Kurd, Ereb, jinên cihanê de yên ku beşdarî wî ruhê bûyî, dikarin ji bo xwe wek nimûne û sembolekê binirxînin. Li dijî dagirkirin, destdirêjî-destavêtina li ser jin, zarokan a tê kirin û komkijiya li ser gelan tê kirin, têkoşîneke bêdawî, dilekî pir mezin û cesaretek pêwîst e. Ew hêz jî bi jinên Efxan re heye."

'XWE BI RÊXISTIN BIKIN, ARTŞA XWE AVA BIKIN Û LI DIJÎ TALÎBANAN ŞER BIKIN'

Doxuruzgari wiha domand: "Bi despêkirina şerê çekdarî yê li dijî DAÎŞ'ê di nav refên YPJ'ê de jinên Ereb xwe bi hêz kirin, bûn xwedî ezmûn. Rêxistina xwe ava kirin, heya dawî li dijî DAÎŞ'ê şer kirin. Pêwîste jinên Efxan jî li dijî dagirkeriya Talibanê xwe bi rêxistin bikin û artêşbûna xwe ava bikin."

'PÊWÎSTIYA JINAN HEMÛYAN BI RÊXISTINKIRIN Û YEKÎTIYA NETEWEYÎ HEYE'

Gerîla Uta Doxuruzgari herî dawî bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li ser civakê û hewldanên bêexlaqkirina civakê û jinê û got, "Bi vê polîtîkayê armanc ew e ku civakê ji cewhera civakbûyînê dûr bixîne, teyîsîna wê di civaka Kurdistanê de şopa jiyana exlaqî, polîtîk lewazkirin e. Rizîbûneke ji hêla exlaqî ve tenê bi destavêtina jinê dikarin pêk bînin. Ji ber vê jî dagirkeriya Îranê di her mekan û zemanê de, li hemberî jinê polîtîkayên destdirêjî-destavêtinê dimeşîne û di temenekî pir biçûk de li ser navê zewacê jinan qetil dike û vêya jî weke tiştekî normal e nîşan dide. Bi giştî wek jinên Rojhilata Navîn pêwîstiya me bi xwerêxistinkirin, yekîtiya neteweyî ya hemû jinan a li hemberî pergala kapîtalîst heye. Em jin dikarin plan û projeyên wan hêzên ku dixwazin qira civakê û jinê bînin pûç bikin, birûxînin. Em li gel hemû jinên ku rêxistina xwe ava bike, li dijî dagirkeriyê têbikoşin, welatê xwe azad bike, wekhev bijîn, di nav sîstemeke demokratîk bijîn, li pey jiyana azad û felsefeyeke azad be, em piştevaniya wê dikin û dixwazin têkoşîna wê jî bidin."