Du jinên ku di protestoyên ji bo Wanê hatin girtin li qawîşa edlî rastî êrîşê hatin

Li Îzmîrê du jinên ku di çalakiyên protesto yên ji bo Wanê de hatin girtin di qawîşa edlî de rastî êrîşê hatin. Hat zanîn ku di dema êrîşê de gardiyanan bi ken li êrîşê temaşe kirine.

Li Wanê ku namzetên DEM Partiyê bi ferqeke mezin di hilbijartinên xwecihî de bi ser ketibûn, li dijî biryara ku wê mazbata Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser zexta desthilatdariya AKP’ê bidin namzetê AKP’ê li Îzmîrê çalakiyên protestoyî hatibûn lidar xistin. Di çalakiyên protestoyî de Sedanûr Ugur û Sîbel Orkmez hatibûn girtin. Biryar hat dayîn ku girtina herdu girtiyên jin dewam bike.

Hat hînbûn ku Sedanûr Ugur û Sîbel Orkmez hê li qawîşa edlî tên ragirtin û ewlekariya jiyana wan nîne.

Parêzer Leyla Bîlgîn, anî ziman ku di nava şert û mercên asayî de divê her du muwekîlên wê neyên girtin û got ku ew bi hinceta binpêkirina Qanûna Bi Hejmara 2911'an hatine girtin.

GIRTIYÊN EDLÎ ÊRÎŞ KIRIN GARDIYAN JÎ BI KEN LI WAN TEMAŞE KIRIN

Parêzer Leyla Bîlgîn, da xuyakirin ku Sedanûr Ugur û Sîbel Orkmez li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê di qawîşa edlî de tên ragirtin û got ku girtiyên edlî bi gotina ‘terorîst’ heqeret li wan kirin û di 28’ê Nîsanê de rastî êrîşa 30 girtiyan hatine.

Leyla Bîlgîn, da zanîn ku di dema êrîşê de gardiyanan li êrîşê temaşe kirine, keniyane û anî ziman ku muwekîlên wê ne di ewlehiyê de ne. Bîlgîn, her wiha da zanîn ku rêveberiya girtîgehê jî bersivê nade serlêdana girtiyan ku derbasî nava girtiyên siyasî bibin.