Çeteleya tundiyê: Herî kêm 31 jin hatin kuştin
JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha Mijdarê weşand û diyar kir ku herî kêm 31 jin hatine kuştin û 25 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha Mijdarê weşand û diyar kir ku herî kêm 31 jin hatine kuştin û 25 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Mijdarê ya ji hêla JINNEWS’ê ve hatiye amadekirin, di meha Mijdarê de 31 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 25 jinan û 5 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Li gorî çeteleyê; 12 jin ji hêla hevjînên xwe ve, yek ji hêla kesê hevberdayin, 6 jê di dema hevberdanê de, 2 jê ji hêla kesên ji hev cuda bûyîn, 2 jê ji hêla kes an jî kesên nas ve, 4 jê ji hêla kurên xwe ve, 2 jê ji hêla kesên bi hev re bûn, yek jê ji hêla nasê xwe ve û yek jî ji hêla birayê xwe ve hate qetilkirin.
Bajarên jin lê hatin qetilkirin ev in:
“Li Konyayê 1, li Hatayê 1, li Edeneyê 1, li Amedê 1, li Kocaeliyê 1, li Îzmîrê 2, li Tekîrdagê 1, li Dîlokê 2, li Kirklareliyê 1, li Bursayê 2, li Enqereyê 3, li Mersînê 2, li Antalyayê 2, li Stenbolê 7, li Sakaryayê 1, li Aksarayê 1, li Îdirê 1, li Nîgdeyê jinek hat qetikirin.”