BI DÎMEN

Mîtînga Wanê: 31’ê Adarê em ê qeyûman bişînin!

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di mîtînga Wanê de axivî û got ku wê 31’ê Adarê qeyûman bişînin.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Li Wanê di mitînga dîrokî ku bi deh hezaran kes tevlî bûn de qad bi devî re tejî bû û bi hezaran kesan jî nekarî bikevin qadê. Li qada ku dirûşma “Bijî Serok Apo” qet jê kêm nebû, piştî rêzgirtinê Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Gulşen Kûrt, axivî. Kûrt, qala çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam dike û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û bertek nîşan da. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Veysî Dîlekçî jî wiha got: “Em ê roja hilbijartinê ji qeyûman û piştevanên wan re bêjin ‘Siwar hatin peya çûn’.”

Piştre pêşkêşvan namzetên hevşaredariyê yên bajarê mezin û navçeyan û parlamenterên Wanê vexwendin ser dikê. Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal a ewilî axivî, wiha got: “Li ku be bila bibe dê têkoşîna me bidome û serbikevin. Demekî dirêj e, em xebatên xwe dimeşînin. Gelê me got em ê dengê xwe bidin ziman, ax û partiya xwe. Em ê her qada bajarê xwe veguherînin qadên jinan û ciwanan. Em ê qeyûman bişînin û bajarên xwe azad bikin.”

Hevşaredarê din Abdûllah Zeydan ê piştre axivî jî wiha got: “Ev qad nîşan dide ku kes nikare gelê kurd têk bibe. 10 sal in şaredariyên me ji aliyê qeyûman ve tên xespkirin. Xwestin hemû nirxên gelê kurd hilweşînin lê ev qad nîşanî me dide ku piştî du rojan em ê wan bişînin cihê jê hatine.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê pişt re axivî jî bi gotinên “Her partî li bajarê ku lê xurt e mitînga xwe ya fînalê dike em jî fînala xwe ya mitîngê li Wanê dikin” dest bi axaftina xwe kir.

Bakirhan, anî ziman ku Wan dê her 14 şaredariyan bi dest bixe û wiha got: “Gelê Wanê li dijî vê girseya qelebalix, rengîn, keyfa dostan tîne û dijminan aciz dike, hûn hene di 31’ê Adarê de bi bidestxistina her 14 şaredariyan mizginiyekê bidin? Her partî li bajarê ku lê xurt e mitînga xwe ya fînalê dike. Me jî xwest bi vê fînalê nîşan bidin ku em çiqas ji gelê Wanê hez dikin. Hûn bi salan e, hêzê didin me, piştgiriyê didin me. Tevî hemû zextan jî we dest ji doza xwe ji têkoşîna xwe berneda. Em ji bo we çi bikin jî kêm e, em çiqas bi wer serbilind bin jî kêm e. Ji ber vê yekê li ser navê Dersimê, Amedê, Serhedê hemû erdnîgariya Kurdistanê têkoşîna gelê Wanê careke din silav dikim.”

Bakirhan, anî ziman ku hesabên desthilatê yên xelet dê ji Wanê bizivire û wiha lê zêde kir: “Bawer bikin hemû hesabên xelet dê ji van qadên ku gelê kurd lê kombûye vegere. 40 sal in hewl dan bi zextan biqûtifînin, ewilî hewldan bi cînayetên kiryarên nediyar biqûtifînin, pişt re ev tê re nekir, gundên me vala kirin, gundên me şewitandin û zozanên me qedexe kirin. Destûr nedan ku gelê kurd li ser axa xwe, erdnîgariya xwe, li gundê xwe bijî. Lê gelê Wanê dest jê berda? Na. Lê nêrîn bi wê nabe, mirovên me tejî zindanan kirin. Bi zindanan jî bi ser neketin. Ji ber ku têkoşîna we ya gelê Wanê, ya gelê kurd têkoşîna heqîqetê ye. Têkoşîneke mafdar e. Em careke din ji kesên ku kurdan nas nakin, ji zimanê wî re dibêjin zimanê nayê zanîn, vîna wî diavêje zindanan re dibêjin ku hesaba xelet dê ji Wanê dê ji vê qadê vegere. Hesaba we ya xelet dê li Keleha Wanê bikeve û perçe perçe bibe. Ji ber vê yekê polîtîkaya we ya kurdan, pirsgirêka kurdan tune dihesibîne, hewl dide bi zext û zorê tune bike îflas kiriye. Heke zextên we encam girtibûna niha bi deh hezaran ev qad tejî nedikir.”

‘DEST JI POLÎTÎKAYÊN ÎNKARÊ BERDIN’  

Bakirhan, bang kir ku dest ji polîtîkayên ku gelê kurd tune dihesibînin bê berdan û wiha berdewam kir: “Demildest dest ji van polîtîkayên xwe yên tunekirin û înkarê berdin! Gelê kurd her tim ji dirêjkirina destê aştî, müzakere û diyalogê re vekirî ye. Guneh e, we aboriya vî welatî, pêşeroja vî welatî ji bo gelê kurd bi zimanê xwe yê dayikê neaxive we têk bir. Li Tirkiyeyê mirov nikarin debara xwe bikin. Heke we milyar dolarên ji şer, top û tifingê re xerckirine, ji bo teqawîdan, xizanan, bêkaran, ciwanan, jinan, aboriya malbatan xerckiribûya niha Tirkiye bûbû welatê herî pêşketî yê Rojhilata Navîn. Lê aqlê van li ser dijminatiya kurdan e. Heta ku dijminatiye kurdan hebe ne xizan, ne teqawît ne jî kedkar nayên fikirîn. Wan careke din aştiyê qêr dike. Wan careke din dixwaze meseleya kurd bi rêyên demokratîk bi diyalogê were çareserkirin. Ji kesên nabihîzin re Wan aştiyê dixwaze.

Qeyûm dizî ye, nelirêtî ye. Dijminatiya li ziman û çanda Kurdan e. Dijminatiya li jin, ciwanan e. Dizîn, xistin bin deynan, ew jî têrê nekir niha mal û milkên şaredariyê pêşkêşî alîgirên xwe dikin. Doh qeyûmê li Êlihê çi kiribû? Kliyên xurekê yên ji 53 milyonî amade kir. Li ser koliyên xurekê jî wêneyê namzetê AKP'ê yê Şaredariya Êlihê danîn û bi vî rengî li mirovan belav kirin. Ji bo xwedê, we li ku dîtiye ku derfetên şaredariyê ji bo partiyekê hatiye bikaranîn, di kîjan baweriyê de cihê vê yekê heye? Xelkê Êlihê baş zane ku qeyûm şaredarî desteser kiriye, budçeya xelkê Wanê jî ji bo namzetên AKP'ê bi kar tîne. Gel em ê di 31'ê Adarê de bersivê bidin van? Em ê feraseta şaredariyê ya gelparêz, civakîparêz, Kurd û kedkaran li hemû navçeyên Wanê serwer bikin? Di 1'ê Nîsanê de xelkê Wanê, jin, ciwan, meleyên me, seydayên me wê careke din îradeya xwe, rêveberiya xwe bi dest bixin. Wan wê di asta rekorê de hilbijartina xwe pêk bîne."

'EM Ê QERTA SOR NÎŞANÎ SÎSTEMA ZALIMAN BIDIN'

Bakirhan anî ziman ku gelên Tirkiyeyê di 31'ê Adarê de wê bi dengên xwe qerta sor nîşanî vê sîstema zalim bidin. Bakirhan got, "Recep Tayyîp Erdogan doh got, 'Kurdan bi saya me kêfxweşî û azadî dîtin'. Ji bo Xwedê, destê xwe bidin ser wijdanê xwe, 22 sal in em rojeke bi tenê jî xweş razan? Rojeke bi tenê jî me azadî dît? Ma me Kemal Kûrkût ji bîr kir? Ma me Osman Şiban, Servet Tûrgût ji bîr kir? Me Dayika Taybet ji bîr kir? Me ew qeyûm ji bîr kir ku 10 sal in li ser îradeya gelê Kurd dest daniye? Hatîce Yildiz a 75 salî ji ber ku pere şand ji keça xwe û hevalên wê yên li girtîgehê, hate girtin. Gelo kêfxweşî ev e? Azadî ev e? Bawer bikin gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê 22 sal in ji ber we ne kêfxweş e, ne jî azad e. Înşaleh gelên Tirkiyeyê wê di 31'ê Adarê de bi dengên xwe qerta sor nîşanî vê sîstema zalim, vê feraseta faşîzan, vê feraseta qeyûm bide û kêm jî be hinekî wê kêfxweş û azad bibe."

'HESABÊ LI QESRÊ HATE KIRIN LI NEWROZÊ TÊK ÇÛ'

Bakirhan diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd cidiyek divê û got, "Pirsgirêka Kurd cidiyet divê. Pirsgirêka Kurd samîmiyet divê. Kurd gelekî bi rûmet e. li hemberî yên ku ne samîmî ne, ne cidî ne, li hemberî yên ku li cografya Kurdistanê heqaretê li DEM Partiyê dike, heqaretê li me dike, gelo em ê çi bersivê bidin? Niha rabûye sibehê êvarê qala operasyonan dike, dibêje 'terorîstan', dibêje terorîst, dibêje ez ê filan tiştî bikim, ez ê biqedînim, lê belê ez qurbana we, hûn gelekî welê yê bi rûmet in ku we di Newrozê de bersiveke welê dan polîtîkayên şerxwaziyê û zordariyê ku hesabê li Enqereyê li qesrê hate kirin, di Newrozê de hate têkbirin. Îro jî we heman tişt destnîşan kirin. Bawer bikin, rojekê li Tirkiyeyê Kurd wê bibin xwedî mafên wekhev. Rojekê em ê li Tirkiyeyê, bi taybetî jî li parlamentê bi rengekî azad bi zimanê xwe biaxivin. Rojekê hûn ê îradeya xwe bi rengekî azad hilbijêrin, bi rengekî mirovane bi hev re bijîn."

'MUXATAB BIRÊZ OCALAN E'

Bakirhan diyar kir ku yên pirsgirêka Kurd çareser nakin bi xwe ji hev dikevin û got, "Me gelek serokkomar dît ku pirsgirêka Kurd çareser nekirin. Me gelek serokwezîr dît. Me gelek burokrat dît. Çi bû ji wan? Ji hev ketin, qediyan, têk çûn. Ti partiya ku meseleya Kurd çareser neke, qet bi ser nakeve. Heta ku hûn bi vî rengî nêzî meseleya Kurd bibin, destpêkê di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de di her hilbijartinê de înşaleh hûn ê têk biçin, biqedin. Li qadên Newrozê bi milyonan mirovî bi yek dengî çi gotin? Gotin, meseleya Kurd çareser bikin. Ji bo çareseriya meseleya Kurd jî Îmrali weke navnîşan nîşan dan, gotin 'Muxatabê meseleya Kurd Birêz Ocalan e'. Niha jî em ji vê derê dibêjin; îradeya ku bi milyonan mirovî li qadên Newrozê nîşan dan, rast e. Em pê re ne, bi heman rengî difikirin. Li şûna şer, operasyon, çekê, li şûna ku çavkaniyên vî welatî bêne çikandin, waye girava Îmraliyê li wê derê ye, Birêz Ocalan li wê derê ye. Guh bidin gotinên gelê Kurd, vî karî bi muxatabê wê re, meseleya Kurd bi diyalogê, bi danûstandinan çareser bikin."

Bakirhan herî dawî bang li gel kir ku tevlî hilbijartinê bibe û dengê xwe bi kar bîne. Mîtîng bi stranên Mûrat Demîr dewam kir.