BI DÎMEN

Arzû Savaş: Em xwedî li dengê xwe derkevin

Ji namzetên DEM Partiyê yên Hevşaredariya Qersê Arzû Savaş anî ziman ku ev hilbijartin ji bo gelan gelekî girîng e û got, "Werin em xwe û bajarê xwe bi hev re bi rê ve bibin."

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Ji bo hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiye û Kurdistanê tenê çend roj mane. Li Qersê ku gel di nava aştî û birayê de dijîn, şaredarî ji aliyê qeyûm ve hatiye dagirkirin. Ji namzetên Hevşaredariya Qersê yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Arzû Savaş diyar kir ku ev hilbijartin ji bo gelan di asta dîrokî de girîng e.

Arzû Savaş bi bîr xist ku tenê çend roj ji bo hilbijartinê maye û got, "Ev hilbijartin ji bo me di asta dîrokî de girîng e. Dem û firsend hatiye ku em şaredariyên xwe bi dest bixin ku ji aliyê qeyûman ve hatine desteserkirin. Ji bo vê jî em xwedî li dengê xwe derkevin. Eger dengê we ne li cihê ku hûn lê dimînin be, hingî serî li rêxistinên me yên bajar û navçeyan bidin, wê hevalên wezîfedar ên li wê derê ji we re bibin alîkar. Werin em xwedî li dengê xwe derkevin. Em xwe û bajarê xwe bi hev re bi rê ve bibin."