TJK-E: Em li qadên Newrozê agirê berxwedanê gur bikin

TJK-E’yê di serî de jin bang li hemû gel kir ku li qadên Newrozê agirê berxwedanê gur bikin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) wiha got: “Di serî de jinên ku li dijî zilm û zextê li ber xwe didin, serî na tewînin, bi dilsoziya azadiyê berxwedan û têkoşînê mezin dikin, em Cejna Newrozê li gel û ciwanên xwe pîroz dikin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îfadeya ji nû ve zindîbûna gelê Kurd e û ev tişt hate gotin: “Tespît kir ku Kurdistan mêtingehek e û ji bo ku gelê Kurd ziman, çand, xwebûn û siberoja xwe bi dest bixe rêya jiyaneke azad vekiriye. Rêber Apo îro di bin tecrîdeke mutlaq û sîstemeke êşkenceyê de ye ku li cîhanê mîna wê nehatiye dîtin. Tevî vê yekê jî Rêber Apo li Îmraliyê pêşengiya gelekî kir û polîtîkayên qirkirin û bişaftinê ên dijmin pûç kir.”

Di daxuyaniya TJK-E’yê de ev tişt jî hatin diyarkirin:

“Dewleta Tirk a faşîst û hêzên kapîtalîst ên li pişt, polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd hîn kûrtir dikin û êrîş dikin. Hat dîtin ku dema mijar dibe Kurd, peymanên navneteweyî çawa tên binpêkirin û dest ji pêkanînê berdin ti lêkolîn jî nayên kirin. Tecrîd û îzolasyona li dijî Rêber Apo, weke pêkanîneke ku li ti devera cîhanê û di ti deman de mîna wê nehatî dîtin, di rûpelên tarî yên dîrokê de cih girtiye. Ji raya giştî re hat îspatkirin ku li çiyayên Kurdistanê çekên kîmyewî tên bikaranîn. Hêzên navneteweyî bi bêdengî û bê bertekbûnê bersiva hemû bang û çalakiyan dan. Tê xwestin ku li Bakur operasyonên siyasî, êşkenceyên li girtîgehan û dîl girtin weke parçeyekî polîtîkayên qirkirina gelê Kurd bê domandin.

Lê li dijî hemû polîtîkayên qirkirin û tunekirinê, jinên Kurd û gel bi berxwedaneke bi heybet têkoşînê her roj hîn mezintir dikin û dimeşînin. Tevgera azadiya Kurd li dijî van êrîşan dijmin li her qadê têk bir û berxwedaneke bê hempa raber kiriye. Rêber di bin tecrîdê de hemû polîtîkayên qirkirinê bi berxwedaneke mezin pûç kir.

Îro jin hîn zêdetir li dora Rêber Apo kom dibin û bi gotina, ‘Azadiya Rêbertiya me, azadiya me ye’ xwedî li pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ derdikevin û li her qadê pêşengiyê ji pêngavê re dikin. Em jin di serî de li Newroza Elmanyayê ya 23’yê Adarê, wê li her devera Ewropayê mîna 8’ê Adarê em ê rengê berxwedanê li xwe bikin û li qadan bidin. Em ê pira berxwedanê ya ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê ava bikin ku wê belavî hemû salê bibe. Li ser vî bingehî di serî de jin em bang li hemû gelê xwe dikin ku li qadên Newrozê agirê berxwedanê gur bikin.”