Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Mäder: Divê PKK ji wê lîsteyê bê derxistin

Akademîsyenê Swîsreyî Ueli Mäder ku xwediyê Xelata Eric Fromm e, diyar kir ku divê PKK ji lîsteya 'rêxistina terorê' ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin û got, bi têkiliya li ser bingeha rast pirsgirêk dikarin bêne çareserkirin.

Ji beşdarên kampanya 'Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan' civaknas Ueli Mäder got, "Ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê teqez hevdîtin bi Ocalan re bê kirin û tevlî pêvajoyê were kirin."

Însiyatîfa Navneteweyî ya 'Edalet ji bo Kurdan' ku Xelatgira Nobelê nivîskar Elfriede Jelinek, fîlozof Slavoj Žižek, pisporê hiqûqa navneteweyî Prof. Norman Paech, Sekreterê Giştî yê EUTCC'ê Prof. Michael M. Gunter, endama damezrîner a Rêxistina Dayikên Plaza de Mayo Nora Cortinas jî di nav de gelek kesayetên naskirî tevlî bûne, ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin, kampanyayê dewam dike.

Civaknasê navdar ê Swîsreyî Ueli Mäder jî piştgirî da kampanyayê ku hêjayî Xelata Eric Fromm a sala 2022'an hatiye dîtin.

Ueli Mäder têkildarî piştgiriya ji bo kampanyayê wiha axivî, "PKK ji bo min rêxistineke polîtîk û siyasî ye. Salên dûr û dirêj e ku şer dewam dike, ya girîng ew e ku ev şer bi rengekî siyasî bê çareserkirin. Ji bo vê jî divê rêyên siyasî bêne hilbijartin. Ji bo çareseriya siyasî jî şert e ku ev rêxistin bê qebûlkirin û li gorî pîvanên demokratîk nêzîkatî bê nîşandan."

Ueli Mäder bal kişand ser biryarên dadgehên Belçîka û Luksembûrgê ku destnîşan kirin "PKK rêxistineke terorê nîne" û anî ziman ku ev biryar ji bo wî girîng e. Ueli Mäder destnîşan kir ku ji ber Tirkiye endamê NATO'yê ye, PKK hîn li nava lîsteyê tê hiştin û got, "PKK li Swîsreyê û Neteweyên Yekbûyî di lîsteya rêxistinên terorê de nîne."

PIRSGIRÊK BÊ ÇARESERÎ TÊ HIŞTIN

Ueli Mäder destnîşan kir ku hiştina PKK'ê li nava lîsteyê, pirsgirêka Kurd bê çareserî dihêle û got, "Krîmînalîzekirina PKK'ê şert û mercên çareserkirina pirsgirêka Kurd giran dike. Zext û êrişa li ser pirsgirêka civakî û siyasî bi vî rengî tê rewakirin. Lewma divê qedexe bê rakirin."

DIVÊ TEQEZ HEVDÎTIN BI OCALAN RE BÊ KIRIN

Ueli Mäder diyar kir ku wî pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li girtîgehê nivîsandiye xwendiye û got, "Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê teqez hevdîtin bi Ocalan re bê kirin û tevlî pêvajoyê were kirin."