Li Valencîa'yê ji bo PKK'ê îmze hatin komkirin

Li bajarê Valencîayê di Festîvala Femînîstan de ji bo derxistina PKK'ê ya ji lîsteya 'rêxistinên terorê' îmze hatin komkirin.

Li bajarê Valencîa yê Spanyayê, 3'emîn Festîvala Femînîstan pêk hat.

Di festîvalê de ku bi coşek mezin hate lidarxistin, Koma Lêgerînê ya Azadî û Komîteya Jineolojiyê standek danîn.

Li standê ku gelekî bala beşdarên festîvalê kişand, pirtûkên li ser têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê hatin nîşandan.

Di festîvalê de ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin gelek îmze hatin komkirin.