Li Swêdê êrîşa Naziyan

Li başûrê paytexta Swêd Stockholmê, kesên rûyê wan bi maske bi bombeyên mijê avêtin ser şanoya ku civîneke li dijî rastgiriya tund dihate lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya ku di malpera înternetê ya polîsan de hate weşandin, ji ber êrîşê 3 kes bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Tekildarî cidiyeta rewşa birîndaran agahî bi dest neket.

Li banliyoya Gûbbangen a li başûrê Stockholmê bi pêşengiya Partiya Çep 'Vansterpartiet, çep a radîkal) û Kesk (Miljopartiet) ve konferansek 'antî faşîst' hate lidarxistin û nêzî 50 kes tevlî bûn.

Li gorî komeleya Expo ku ji bo pêşkêşiyê bike hate vexwendin, beriya konferans destpê bike, 'komek ji Naziyan' bombeyên mijê avêtin salonê.

Serokwezîr Ûlf Krîstersson got, "Cihê tirs û fikaran e ku êriş û serdegirtin li civîneke Partiya Çep hate kirin." Serokwezîr Ûlf Krîstersson anî ziman ku wî têkilî bi Serokê Partiya Çep Nooshî Dadgostar re daniye û piştgiriya xwe jê re ragihandiye.

Li gorî ajansa TT Serokwezîr got, "Cihê van nêzîkatiyên qirêj di nava civaka me ya azad de nîne."

Li gorî heman çavkaniyê lîderên hemû partiyên siyasî yên li Swêdê bûyer weke "êrîşek li ser demokrasiyê" pênase kirine û piştgirî dane Partiya Çep.

Nooshî Dadgoster ji SVT re axivî û got, "Hin kesên mîna Naziyan êrîş birin ser çalakiyeke ku wekheviyê diparêze" û diyar kir ku ev yek cihê xemgîniyê ye.

Dadgoster bang li hêzên demokratîk hemûyan kir ku ji bo têkoşîna li dijî rastgiriya tund rabin ser piyan.