BI DÎMEN

Li Stockholmê Newroz hate pîrozkirin

Li paytexta Swêd Stockholmê bi hezaran kes bi dirûşmeya “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.

Duh li paytexta Swêd Stockholmê rojekî dîrokî hat jiyîn. Bi hezaran Kurdistaniyên ku ji bajarokên cuda berê xwe dan cihê Newrozê, bi stranên Kurdî, cil û bergên neteweyî rengek bi heybet dan pîrozbahiyê. Di pîrozbahiyê de nûnerên gelek saziyên sivîl, siyasetmedar, rojnamevan û nivîskar amade bûn.

Li salona ku Newroz lê hat pîrozkirin, wêneyê şehîdên şoreşa azadiyê hatibûn daliqandin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên nemir û xwendina sirûda “Ey Reqîb” destpê kir.  

Piştî axaftina xêr hatinê, destpêk Koma Teşî derkete ser dikê û performansa xwe ya govendê nîşand a. Bi hezaran kes bi govenda Kurdî mest bûn. Piştî govendê, Hevseroka NCDK Swêd Menîce Yigit axivî.  

Hevseroka NCDK Swêd Menîce Yigit, di axaftina xwe de behsa têkoşîna gelê Kurd kir ku bi dehan sal in bênavber dewam dike û anî ziman ku tevgera Kurd hêviya hemû mirovahiyê ye. Yigit, nerazîbûna xwe ya li hemberî dewleta Swêd anî ziman ku zextê li ser sazî û penaberên Kurd dike.  

Ji Meclîsa Jinên Amara jî Girîn Kasirga peyama TJK-E xwend. Di peyamê de hat gotin ku piştî 8’ê Adarê, Newroz jî bû firsendek mezin ku jinên kurd azadîxwaziya xwe di xeta ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de li qadan careke din bînin ziman. Çend gotinên ji peyama TJK-E’yê wiha bû:  

”Îro jin hîn zêdetir li dora Rêbertiyê dibin yek û bi gotina “Azadiya Rêberê me azadiya me ye” piştgiriyê didin pêngava Rêbertî. Mîna 8'ê Adarê li Elmanyayê û li tevahiya Ewropayê me girêdana xwe û biryarbûna xwe da nîşandan. Em ê di Newrozê de jî bi rengên berxwedanê li qadan bin. Em soz didin ku heta Kurdistan bibe xwedî statu û Rêberê me bi fîzîkî azad bibe, em ê ji bo bi dest xistina hemû mafên gelê Kurd û bi taybetî yên jinên Kurd, têbikoşin. Dîsa bi wesileya Cejna Serhildan û Berxwedanê em cejna gelê xwe pîroz dikin û em dibêjin Newroz Azadî ye, Azadiya Rêber Ocalan, Azadiya me ye!”

Ji Partiya Cep (Venster) parlementer Daniel Riazat jî axaftinek kir, di serî de Newroza gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz kir. Danîel Riazat di axaftina xwe de behsa girîngiya têkoşîna gelê Kurd kir û anî ziman ku ew ê her tim di heman aniya berxwedanê de wê li cem gelê Kurd bin.

Ji partiya Sosyal Demokrat namzeta parlementoya Ewropayê Diana Ghafour axafitnek kir û Newroza gelê Kurd pîroz kir.  

Hunermendên Kurd Diyar Mehrovî, Dîda û Piya, Nûarîn, Dilşad Hewlêrî, Şiyar û Dijwar, Alî Agirê Jiyan yek bi yek derketin ser dikê û stran gotin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.