Li Milano mîtînga ‘Li dijî dagirkeriyê Kurdistanê biparêz e’ hate lidarxistin

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ber Konsolxaneya Tirk a li Milano hatin ba hev, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi dirûşma “Li dijî dagirkeriyê Kurdistanê biparêz e” mîtîng li dar xistin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ HATIN ŞERMEZARKIRIN

Li bajarê Milano yê Îtalyayê li ser banga Tora Piştevaniya Kurdistanê (Rete Kurdistan Italia) û Komîteya Kurd a Îtalya, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê bi dirûşmeya “Li dijî dagirkeriyê Kurdistanê biparêz e” mîtîng hate lidarxistin. Mîtîng li ber avahiya Konsolxaneya Tirk a Milano hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî û nûnerên saziyên Îtalyayê tevlî mîtîngê bû. Di mîtînê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û pankartên “Kurdistanê biparêz e” û “Li Kurdistanê ji şer û dagirkeriyê re na” hatin hildan.

Di mîtîngê de dewleta Tirk a dagirker hate tehşîrkirin û bêdengiya welatên Ewropa ya li hemberî dagirkerî û qetlîaman hate şermezarkirin.

Di mîtîngê de banga xurkirina piştevaniya bi gelê Kurd re hate kirin. Mîtîn bi dirûşmeyên “Faşît Tirkiye”, “Dîktator Erdogan”, “Bijî Kurdistan”, “Ji Abdullah Ocalan re azadî” û “Jin, jiyan, Azadî” bi dawî bû.