Li Marsîlyayê kampanya îmzeyan a li dijî qedexeya li ser PKK'ê

Li Marsîlyayê li dijî qedexeya li ser PKK'ê danê êvarê standa îmzeyan hate danîn û heta derengiya şevê îmze hatin komkirin.

Ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin, kampanya îmzeyan a beriya salekê hate destpêkirin li bajarê Marsîlya yê Fransayê bênavber dewam dike.

Kurdistaniyan heta nîvê şevê li qada Vieux Portê stand danîn.

Kurdistaniyan li ber stranên Kurdî gelek îmze kom kirin, belavok belav kirin û li ser mijarê agahî dan mirovên li derdorê.

Hate ragihandin ku kampanya wê li Marsîlyayê dewam bike.