Li herêma Bretonê civînên gel

Li gelek bajarên herêma Breton a Fransayê civînên gel hatin lidarxistin.

Li bajarê Ploûgonveûr, Carhaix, Lorîent, Rennes û Nantes ên herêma Breton a Fransayê civînên gel hate lidarxistin. Komeleyên Fransa ên piştevaniya xwe bi Kurdan re dikin û aktivîstên enternasyonalîst ji tevlî civînê bûn.

Di civînê de şervan Olîvîer Le Claînche (Kendal Breîzh) ê ji Bretonê ku berî çar salan di êrîşa dagirkeriya dewleta Tirk de li Efrînê şehîd bûyî, hate bibîranîn.

Di civînan de şoreşa Rojava û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat nasandin û di heman demê de di çarçoveya kampanya navneteweyî ya ji bo derxistina navê PKK'ê ji lîsteya "rêxistinên terorîst" de îmze hatin komkirin

Li bajarê Carhaix li ser diwarê malekê ku wêneyê Berîzh hatibû xizkirin, sirûdên bi zimanê Kurdî û Bretonî hatin xwendin.

Civîna herî mezin li kampusa Zanîngeha Rennesê pêk hat. Civîn bi awayê panelê berdewam kir. Civîn ji aliyê Antifa, UCL û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Rennesê hate organîzekirin.

Aktîvîstên enternasyonalîst Marîa, Lola û Sarah bal kişandin li ser pîvanên civakî, bîrdozî û navneteweyî yên şoreşa Rojava. Her wiha aktîvîstê Kurd Mûnzûr Kafkas jî pêşketina dîrokî ya PKK'ê û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vegot.

Civîn bi leqeyek mezin bi dawî bû.