Ji Îtalyayê name ji bo CPT
Senator, parlamenter, partiyên siyasî û buroyên hiqûqê jî di nav de bi dehan kesayet û saziyên Îtalyayê nameyek ji CPT re şandin û bang lê kirin ku li hemberî tecrîda li Îmraliyê bikeve nava liv û tevgerê.
Senator, parlamenter, partiyên siyasî û buroyên hiqûqê jî di nav de bi dehan kesayet û saziyên Îtalyayê nameyek ji CPT re şandin û bang lê kirin ku li hemberî tecrîda li Îmraliyê bikeve nava liv û tevgerê.
Nameyek bi îmzeya partiyên siyasî, saziyên hiqûqî, senator, parlamenter, rojnamevan, nivîskar û parêzeran ên ji Îtalyayê, ji aliyê Komîteya 'Îtalya-Dem Hatiye: Azadî ji Ocalan re' ji Serokê CPT Dr. Alan Mîtchell re hate şandin. Komîteyê bang li CPT kir ku bi lezgînî berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Her wiha tevî nameyê biryara Dadgeha Romayê ya ku mafê penaberiya siyasî yê Abdullah Ocalan nas dike ji Serokê CPT Dr. Alan Mîtchell re şand.
Di nameyê de işaret bi şert û mecên giran ên tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û hate gotin, "Lîderê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê bi milyonan Kurdan ve weke nûnerê siyasî yê rewa tê dîtin, 38 meh in ji aliyê dewleta Tirk ve li girtîgeha Girava Îmraliyê têkiliya pê re hatiye qutkirin. Bi vê tecrîda ne qanûnî û ne mirovî re destûr ji Ocalan re nayê dayin ku malbat, parêzerên xwe bibîne, têkiliya bi derve re bi temamî hatiye qutkirin. Agahî ji hebûna Ocalan jî nîne."
Di nameyê de hate destnîşankirin ku ev tecrîd ji bo bi milyonan Kurdî ku dengê xwe yê neteweyî di şexsê Ocalan de şênber kirine, veguheriye mijareke gelekî hesas.
Di nameyê de bang li CPT hate kirin ku bikeve nava liv û tevgerê û hate gotin, "Weke CPT hûn xwedî wî mafî ne ku Tirkiye jî di nav de serdana girtîgehên li hemû dewletên aliyê Peymanê ne bikin. Ev maf derfetê dide we ku hûn tîmeke xwe ya pispor bişînin Îmraliyê; divê hikumeta Tirk mafekî bêsînor bide we ku hûn serdana cihê ragirtina Ocalan bikin û destûrê bide we ku bi rengekî azad karibin hevdîtineke taybet pê re bikin."
Di dawiya nameyê de hate gotin, "Em ji dil daxwazê ji we dikin ku ji bo hevdîtina bi Birêz Ocalan re û kontrolkirina rewşa wî ya tenduristiyê heyetekê tavilê bişînin Girava Îmraliyê. Piştre jî Tirkiyeyê teşwîq bikin ku destûrê bide parêzer û malbat serdana Ocalan bikin. Ev yek mijareke welê ye ku bi milyonan kurdan eleqedar dike û wê bibe alîkar ji çareseriya pirsgirêka mafên mirovan. Di heman demê de wê ruhê lihevkirinê yê pêwîst ê ji bo çareseriyeke aştiyane ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê nû bike."
LÎSTEYA KES Û SAZIYÊN MOHRA XWE DANÎNE BINÊ NAMEYÊ
Kes û saziyên ku mohra xwe danîne binê nameyê bi vî rengî ne:
"Yekîtiya Hiqûqnasên Demokratîk a Îtalyayê
Tifaqa Kesk Çep a Îtalyayê
Saziya Civaka Sivîl ARCÎ ya Neteweyî ya Îtalyayê ku bi hezaran endamên xwe hene
Fabrizio De Sanctis: Sekreterê Neteweyî yê ANPÎ
Partiya Avabûnê ya Jinûve Komunîst û Çep a Ewropayê
Massimiliano De Conca: Sekrterê Giştî yê Flc Cgil Lombardia
Konfederasyona Komîteyên Bingehîn a COBAS'ê
Progetto Diritti
Navenda Pêşketin û Lêkolînê ya ji bo Demokrasiyê ya CRED
Angelo Bonelli: Berdevkê Neteweyî ya Ewropayê ya Kesk, Endamê Parlamenta Alleanza Verdi Sinistra
Nicola Fratoianni: Sekreterê Neteweyî yê Îtalyayê yê Sînîstra, Endamê Parlamenta Alleanza Verdi Sinistra
Luana Zanella: Serokê Koma Alleanza Verdi Sinistra ya li Meclîsa Nûneran
Peppe De Cristofaro: Serokê Koma Têkel a Senatoyê - Senator Alleanza Verdi Sinistra
Marco Grimaldi: Alîkarê Serokê Koma Alleanza Verdi Sinistra ya Meclîsa Nûneran
Francesco Emilio Borelli: Senato Alleanza Verdi Sinistra
Ilaria Cucchi: Senato Alleanza Verdi Sinistra
Devis Dori: Endamê Parlamenta Alleanza Verdi Sinistra
Francesca Ghirra: Endamê Parlamenta Alleanza Verdi Sinistra
Aurora Floridia: Senato Alleanza Verdi Sinistra
Tino Magni: Senator Alleanza Verdi Sinistra
Francesco Mari: Endamê Parlamenta Alleanza Verdi Sinistra
Elisabetta Piccolotti: Endamê Parlametna Alleanza Verdi Sinistra
Massimiliano Smeriglio: Endamê Palramenta Ewropayê Alleanza Verdi Sinistra S&D
Filiberto Zaratti: Endamê Parlamentê, Tifaqa Çep Kesk
Maurizio Acerbo: Sekreterê Neteweyî yê Partiya Rizgariyê ya Jinûve Komunîst
Anna Camposampiero: Neteweyî yê Partiya Rizgariyê / Çep a Ewropa û Rêveberê Çep a Ewropayê
Parêzer Marco Ugo Melano
Parêzer Arturo Salerni
Parêzer Simonetta Crisci
Francesco Troccoli: Nivîskar
Parêzer Cesare Antetomaso: Yekîtiya Hiqûqnasan a Demokratîk a Neteeyî - Berdevkê Şaxê Romayê
Parêzer Michela Arrecale
Fabio Marcelli: Hiqûqnas
Laura Ferraro Schrader: Rojnamevan, Nivîskar
Diego Schrader: Perwerdekarê Tenduristî û Civakî
Valeria Schrader: Şaredariya Coriano (RN)
Franco Ferraro, Karsaz
Parêzer Luigi Galloni: Hiqûqnasên Demokratîk - Roma
Parêzer Effiong L. Ntuk
Dr. Giliola Corradi
Parêzer Aurora d'Agostino
Stefano Galieni: Koordînatorê Sekreteriya Neteweyî ya PRC-S.E.
Eleonora Forenza: Sekreteriya Çep a Ewropayê
Elena Mazzoni: Resp Ambiente û Sekretera Romayê, PRC-S. E."