KCDK-E: Dewleta Tirk li Ewropayê li dû provokasyonan e

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyand ku dewleta Tirk li Ewropayê li dijî gelê Kurd provokasyonan dimeşîne û ji saziyên Kurdan xwest, "Ji bilî berteka demokratîk rê û rêbazeke din nehêlin."

KCDK-E'yê daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Êrîşên faşîst ên ku li Belçîkayê dest pê kirin û hema bêje li gelek navendên Ewropayê mezin bûn, her ku diçe dijwartir dibin."

Daxuyanî wiha dewam kir:

“Bi taybetî daxuyaniyên dîktator Erdogan ên li dijî Kurdan, propaganda Hakan Fîdan a provokatîf a li Ewropayê, komên çete yên faşîst ên bi rêya şebekeyên îstîxbaratê, konsolosxane û mizgeftên dewleta Tirk tên organîzekirin, dadikevin qadan û bi ciwanên Kurd re bingeha pevçûnê ava dikin. Hewl didin destkeftiyên ku bi têkoşîna azadiyê hatine bidestxistin vala derxe.”

Bandora pêngavê ya li cîhanê, meşa girseyî ya bi sed hezaran a 17’ê Sibatê ya li Kolnê û berxwedana bi sed hezaran hema hema li her navenda Ewropayê, pîrozbahiyên Newrozê dewleta Tirk a qirker aciz kiriye.

Weke her carê li Ewropayê bi ceribandina sebra gelê Kurd û ciwanên wan, bingeha pevçûnê ava dike. Mîna li Madîmakê, li pêş çavên polîs û rayedarên Belçîkayê hewldan tevî kesên di hundir de malekê bişewitînin. Polîsan jî li wan temaşe dikirin.

Weke KCDK-E, ji bo parastina destkeftiyên têkoşîna ya ku bi sed hezaran daket kolanan, divê em bi helwesta xwe li seranserê Ewropayêrê nedin provokasyonan û daxwazên dewleta Tirk a faşîst di qirika wê de bihêlin. Bila tu kes  rê nede têkoşîna me ya mafdar û rewa bê krîmînalîzekirin. Em bang li gelê xwe, sazî û meclîsên xwe dikin ku li hemberî bûyeran helwestê nîşan bidin û ji bilî bertekên demokratîk rê û rêbazeke din nîşan nedin.

Ti êrîşên faşîst û nijadperest wê nikaribe pêşî li têkoşîna mafdar û azadiya gelê Kurd bigire. Têkoşîna me ya mafdar û rewa wê bi ser bikeve.”