‘Dewleta Tirk li Belçîkayê li pey planên qirêj e’

Tevgera Çand û Hunerê ya Kurd a Ewropayê diyar kir ku dewleta Tirk li Ewropa û Belçîkayê hewl dide planeke qirêj bixe dewrê û bang li gel kir ku bi provokasyonan nexapin, nerazîbûn nîşan bidin.

DAXUYANIYA HUNERMENDAN

Kedkarên Tevgera Çand û Hunerê ya Kurd a Ewropayê daxuyaniyek nivîskî dan û wiha gotin: “Dewleta Tirk dixwaze li Ewropoyê şer çêbibe û planeke qirêj bixe dewrê. Êrîşên faşîst ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Belçîkayê hate destpêkirin û hema bêje li gelek navendên Ewropayê belav bûn, dewam dikin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:

“Dewleta Tirk û rejîma Erdogan a nîjadperest tevî ku li hemberî têkoşîna rewa ya gelê me her cure çekê bi kar tîne, encama ku dixwaze bi dest naxe. Mîna her tim careke din jî çeteyên xwe xist dewrê û hewl dide gelê Kurd ê li Ewropayê krîmînalîze bike.

Li ser esasê vê planê; komên çeteyên nîjadperest ên dijminê Kurdan ku bi rêya torên îstixbaratî yên dewleta Tirk xwe rêxistin dikin, êrîşî malbatên Kurd ên bêparastin kirin û xwestin mirovên me bi saxî bişewitînin.

Rejîma Erdogan li aliyekê dixwaze mirovên me yên li dijî vê hovîtiyê ji dervey xweparastinê tiştekî din nekirine, bi terorîzmê sûcdar bike, li aliyê din jî li navenda Ewropayê bi komên çeteyên paramîlîter êrîşî ciwanên Kurd dike. Bi vî rengî dixwaze şer çêbike û têkoşîna azadiyê û destkeftiyên wê vale derxîne.

Weke hunermendên Kurd helwesta me vekirî û zelal e; nerazîbûna gelê me, ciwan û saziyên me rast û di cih de ye. Weke her ferdekî Kurd em li kuderê bin bila bibin; em ê li dijî planên qirêj ên dewleta Tirk û çeteyên wê, dest ji sekna xwe ya rewa û demokratîk bernedin.

‘HETA KU RÊBER APO AZAD DIBE…’

Heta ku Rêber Apo azad dibe û dewleta Tirk a mêtinger ji welatê me tê derxistin, wê karwanê azadiyê nesekine, mezin bibe û rêya xwe dewam bike. Li aliyê din; wezîfe û berpirsyariya me ye ku em ji bo parastina destkeftiyên têkoşîna xwe bi provokasyonên dewleta Tirk û çeteyên wê nexapin, em destûr nedin ku ti kes têkoşîna me ya rewa û bimaf krîmînalîze bike.

Lewma em bang li gelê xwe û bi taybetî ciwanên xwe dikin ku ji dervey nerazîbûna rewa û demokratîk destûr nedin ti rê û rêbazeke cudatir, ji dervey daxuyaniyên fermî tevnegerin.

‘TERORÎST DEWLETA TIRK E’

Bang û daxwaza me ji rayedarên Belçîkayê re: Mirovên me yên di bin parastina dewleta Belçîkayê de, ji aliyê komên paramîlîter û çete yên rasterast girêdayî Erdogan û Hakan Fîdan ve hatiye xwestin ku bêyî bêjin kal-sivîl-jin-zarok bi saxî bên şewitandin; bi dehan mirovên me ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin birîndarkirin, bi sedan rû bi rûyê tundiya nîjadperest man. Rayedarên Belçîkayê ku wezîfeya wan astengkirina van êrîşan e, demek dirêj ji dervey temaşekirinê tiştekî din li hemberî tiştên qewimî nekiriye, piştre jî bi sûcdariya 'terorê' ku dewleta Tirk bi Ewropayê dide gotin, gel û têkoşîna Kurdan tê sûcdarkirin. Em vê yekê qebul nakin; nabe ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelekî ‘teror’ be. Tişta teror qedexekirina ziman, nasname, çand û hunera gelekî ye; teror dagirkirina xaka ne ayîdê xwe ye; teror tîmarkirina komên çeteyên paramîlîter e; teror parastin û piştevaniya DAÎŞ’ê kirine! Lewma; em bang li rayedarên Belçîkayê dikin ku gelê me biparêze, rejîma Erdogan û çeteyên wê yên ku çav berdane can û malê gelê me, derxîne pêşberî hiqûqê.”