Şehîdên Meha Gulanê li Liègeyê hatin bibîranîn

Şehîdên Meha Gulanê li bajarê Liège yê Belçîkayê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

ŞEHÎDÊN MEHA GULANÊ

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Liège ya Belçîkayê bi tevlêbûna Kurdistanî û dostên wan ji bo Şehîdên Meha Gulanê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de wêneyê şehîdan hatin danîn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Piştre Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal axivî û banga xwedî deketinê li Şoreşa Azadiyê kir. Kartal bal kişand bi ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Êdî dem hatiye ku em li her qadê û cihê çalakiyan li dar bixin. Divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em xebatên xwe berfireh bikin û têkoşînê geş bikin.”

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser Şehîdên Meha Gulanê hatibû amadekirin hat pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.