Çalakiya nobedê ya li Strasboûrgê bi koma ji Hollandayê dewam dike

Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, bi koma ji Hollandayê dewam dike.

Dr. Azad Badîkî, Nazîr Aranacak û Cemîl Urek ên ji Den Haagê hatin, çalakiya nobedê di hefteya 597'an de dewr wergirtin.

Azad Badîkî li ser armanca çalakiyê daxuyanî da û anî ziman ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya hemû Kurdan e.

Badîkî diyar kir ku 12 sal in gelê Kurd qadên li Ewropayê vala nahêle, daxwazên xwe yên mafdar tînin ziman û got, "Em careke din bang li Konseya Ewropayê dikin. Em dibêjin dest ji vê komploya qirêj berdin û li xwe vegerin. Ji bo demokrasî pêk were, ji bo rûmeta mirovahiyê careke din karibe mîna beriya 5000 salî jiyaneke azad biafirîne werin hûn jî piştgiriyê bidin têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û di vê dîroka mirovahiyê ya 5 hezar salî ya qirêj de rûpelekî nû yê paqij biafirînin."

Badîkî ragihand ku ji bo vê jî divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û bang li Kurdistaniyan kir ku di çalakiyên ji bo azadiya Ocalan de li refên herî pêş bin. Badîkî got, "Ji ber ku azadiya wî wê ne tenê azadiya gelê Kurd be. Wê ji bo jiyaneke azad û mirovane ya gelên cîhanê bibe wesîle."