Polîsan êrîşî meşa şermezarkirina qirkirinê kirin

Polîsan di 100. Salvegera Qirkirina Ermenî û Suryaniyan de êrîşî çalakiya şermezarkirinê kirin. Piştî êrîşê namzetê HDP’ê Mûsa Pîroglu hat derbkirin, 7 kes jî hatin binçavkirin.

Polîsan di 100. Salvegera Qirkirina Ermenî û Suryaniyan de êrîşî çalakiya şermezarkirinê kirin. Piştî êrîşê namzetê HDP’ê Mûsa Pîroglu hat derbkirin, 7 kes jî hatin binçavkirin.

Meşa Rêxistina Stenbolê ya HDP’ê ku xwest bi armanca şermezarkirina Qirkirina Ermenî-Suryaniyan di 100. salvegerê de meşekê li dar bixin rastî astengiya polîsan hat.  Ji ber polîsan destûr neda girse dirûşman berz bike û pankartan hilgire aloziyê rû da, tevî vê jî girseyê meşa xwe dewam kir.

Girse ji Cadeya Bahriye heta Parka Mehmet Ayvalitaş meşiya. Li vir girseya pankart vekir rastî astengiya polîsan hat. Polîsên ku namzetê HDP’ê Mûsa Pîroglu derb kirin, 7 kes binçav kirin.