Li Zagrosan yekemîn masiyê kor hat dîtin

Li gorî daxuyaniya Muzeya Lêkolînên Zoolojîk Alexander Koenîg a li bajarê Bonn ê Elmanyayê, li çiyayên Zagrosê yên li Başûrê Kurdistanê, gelek Masiyên Kor hatine dîtin.

Masiyên bi vî rengî, normal di nava ava gelekî kûr a binê erdê de dijîn. Hat ragihandin, beşeke girîng a ji vî celebê masiyan ji aliyê çûkan ve tên xwarin, lê belê biyologê Kurd Korş Ararat çend ji mînakên van masiyan giyandiye Bonnê.

Di daxuyaniya muzeyê de hat ragihandin, DNA van masiyan hatine lêkolînkirin û tespît bûye ku ev Masiyên Kor ji celebê 'Eidinemacheillus proudlovei' ne, ku heta roja îro nehatine zanîn.

Ji pisporên Enstîtuya Leîbnîzê Jorg Freyhof li ser celebê Masiyê Kor ê li Zagrosan daxuyaniyek da û anî ziman, ev celebê masiyan li nava ava li şikestên binê erdê dijî, lê lêkolînkirina tebeqeyên bakterî yên ev masî li nava avê dihêlin, nepêkan e.

Masiyên li nava ava li binê erdê dijîn, ji ber projeyên bendavê di rewşeke xetere de ne.