Li Wûppertalê Şeva Leyeletul Qedrê

Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê, Kurdistanî li mizgefta Ehmedî Xanî gihîştin hev û şeva Leyletul Qedrê bi duayan pêşwazî kirin.

Li Wûppertalê bi wesîleya şeva Leyletul Qedrê li Mizgefta Ehmedê Xanî yê girêdayî Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) fitar hate vekirin. 

Şeva Leyletul Qedrê ku bi duayan destpê kirî, bi sedan mirov bi mebesta şerê qirêj ê li Kurdistanê bi dawî bibe û mêtingerî cezayê ku heq dike bibîne nimêj kirin û dua kirin.

Melayê ku di fitarê de we’z dan, got, "Îro rojeke pir miqedes e, di vê roja bimbarek de Xwedayê me yê dilovan bila li çar parçeyên Kurdistanê me ji destê zordestan rizgar bike, aştî û aramiyê bîne Kurdistanê, Gerîla û Pêşmergeyan biparêze û delîveyê bi des dijminan ve neyîne."

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Savci Azar jî got, "Em hêvî dikin ku şeva Leyletul Qedrê bi xwe re azadiya Kurdistanê û Serok Apo bîne."

...