Ji Kurdsporê transferî lîga yekemîn a Hollandayê bû

Lîstikvanê Kurd Kahraman Demîrtapan ê 22 salî, ji Kurdsporê transferî tîma Roda Kerkrade ya lîga yekemîn a Hollandayê bû.

Demîrtapan ê ji Mêrdînê, di destpêkê de li navenda Roda Spor a li bajarê Kerkradê, pêr bi tîma ji rengê zer û reş peyman îmze kir.

Demîrtapan piştî vê merasîmê daxuyaniyek da û anî ziman ku wî bi alîkariya kekê xwe dest bi futbolê kiriye û tevî tîma Kurdsporê xwe gihandiye van rojan.

Demîrtapan bang li ciwanên Kurd kir, ku hem destekê bidin Kurdsporê hem jî tevlî sporê bibin.

Nûnerê Kurdsporê Hasan Acar jî diyar kir, ji ber ku wan lîstikvanek şandiye nava tîmek di lîga yekemîn a Hollandayê de têdikoşe, ew gelekî kêfxweş in.

...