IOM: Mirina koçberan a di Deriya Spî de 3 hezarî derbas kir

Welatê Îtalyayê ku piştî Yewnanîstanê bûye hedefa koçberan, her ku diçe mirina koçberan zêde dibe.

Di serê 7 mehên vê salê de, mirinên ku di Deryaya Spî de li gorî salên berê qatek û nîv zêde bûye.

Li gorî daneyên ji aliyê Rêxistina Koçberan a Naveneteweyî ve weşandin; li gel cenzeyên 39 kesên ku li ber peravên Libyayê hatin dîtin û yên ku di Deryaya Spî de jiyana xwe ji dest dane 3 hezarî derbas kir. Hat diyarkirin ku 1’ê Çileyê û vir ve kesên ku di Deryaya Spî de ji ber xeniqînê jiyana xwe ji dest dane 3 hezar û 34 kes in.

IOM’ê destnîşan kir ku li gorî salên berê kesên ku di Deryaya Spî de jiyana xwe ji dest dane her ku diçe rêje bilind dibe. IOM’ê diyar kir ku li gorî 7 mehên sala borî 917 koçberan jiyana xwe ji dest dabûn.

IOM’ê diyar kir ku ji serê salê û vir ve jimara koçberên ku xwestin Derya Spî derbas bikin û xwe bigihînin welatên Ewropayê 250 hezar e.