Hêviya dawî ya penaberan êlekên rizgariyê yên 25 lîreyî

Penaberên ji şerê navxweyî yê welatên xwe direvin û diçin giravên Yewnanîstan, ji wir jî dixwazin biçin welatên din ên Ewropayê. Stasyona wan a destpêkê taxa Basmane ya Îzmîrê ye.

Penaberên ji şerê navxweyî yê welatên xwe direvin û diçin giravên Yewnanîstan, ji wir jî dixwazin biçin welatên din ên Ewropayê. Stasyona wan a destpêkê taxa Basmane ya Îzmîrê ye. Bi hatina panberan re êlekên rizgariyê ku hewcedarî pê tê dîtin, bi awayekî aşkera û rehet tên firotin. Piştî xwarin û alavên paqijiyê, yê herî zêde eleqeyê dibînin êlekên rizgariyê ne û bi 25 TL'yî tên firotin.

Penaberên ji Somalî, Iraq, Afganîstan, Pakîstan û Sûriyeyê ji ber şerê li welatê xwe direvin, ji bo biçin welatên Ewropa, yekem stayona wan peravên Herêmên Egeyê ne.  Rawestgeha herî qerebalix a van peravan jî Basmane ya ku bi rewşa xwe ya çandî û dîrokî tê naskirin e. Ev tax niha bûye wek bajarekî biçûk ên ku penaber lê dijîn. Hinekan xanî û otel kirê kirine û hinek jî li kolanan, li bankayan û li ser beton dijîn.

'BI GIRANÎ PENABER DIKIRIN'

Li taxên ku penaber zêde dijîn, li market, seyarfiroş û xurdevanan a bi taybetî balê dikişîne êlekên rizgariyê ye.  Eleqeya ji bo kirîna êlekan gelekî zêde ye. Nehat hînbûn ku ev dikan ji ku derê û çawa van êlekan peyda dikin. Lê muşteriyên wan hemû penaberên li taxê ne.

HUNÊ ÇEND HEBAN BIKIRIN?

Êlekên rizgariyê yên bi kumaşên xerab û alavên ne baş hatine çêkirin, li hemû dikanan hene. Dema mirov li buhayê wan dipirsin, dibêjin hun çend heban dikirin? Tê gotin ji ber ku di demên dawî de di dema rêwitiyan de gelek penaberî jiyana xwe ji dest dane, buha di navbera 25-60 TL’yî de ye.

Li Tirkiyeyê her sal bi giştî 200 penaber jiyana xwe ji dest didin û li gorî daxuyaniyên Fermandariya Ewlehiya Peravên Egeyê di 2014’an de li Derya Egeyê 5673 hezar penaber hatine girtin.

...