‘Em ê bibin pêl bi pêl ronahî û bi ser we de bimeşin’

Îxrackirina bi hezaran kedkarên gelemperî ku bi Bîryarnameyên Di Hikmê Qanûnê de yên nimro 675 û 676’an pêk hat, li Taksîmê hat protestokirin.

Endama Desteya Rêveber a Navendî ya KESK’ê Fatma Çetîntaş bi bîr xist ku bi hezaran kedkarên gelemperî bêkar hatine hiştin û got; “Hûn ê nikaribin me bêdeng bikin, em ê bibin pêl bi pêl ronahî û bi ser we de bimeşin.”

Îxrackirina bi hezaran kedkarên gelemperî ku duh êvarî ji hêla hikûmeta AKP’ê ve bi Bîryarnameyên Di Hikmê Qanûnê de yên nimro 675 û 676’an pêk hat, li ber Lîseya Galatasarayê ya Taksîmê ji aliyê kedkarên gelemperî hat protestokirin. Di çalakiya Platforma Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperî (KESK) de pankartên “Em ê teslîmî faşîzma Rewşa Awarte û Bîryarnameyên Di Hikmê Qanûnê de nebin” hatt vekirin, dirûşmeyên “Li Dijî Faşîzmê Mil Bi Mil”, “Ne Darbe Ne Jî Rewşa Awarte, Tirkiyeya Demokratîk” hatin berzkirin.

Beriya daxuyaniya çapemeniyê çalakgeran xwestin ku çalakiya rûniştinê li dar bixin, lê polîsan anonsa “çalakiyê demildest bi dawî bikin” kir. Li ser vê Endama Desteya Rêveber a Navendî ya KESK’ê Fatma Çetîntaş daxuyaniyê da û got; “Em ê bibin pêl bi pêl ronahî û bi ser we de bimeşin.”

Daxuyaniya çapemeniyê jî ji hêla Berdevka Demê ya Platforma KESK’ê ya Şaxên Stenbolê Sevtap Akdag hat xwendin. Akdag bi bîr xist ku bi hezaran kedkarên gelemperî bêkar hatine hiştin û wiha got; “Derhal karê endamên me yên ku we ji ber aktîvîteyên sendîkal îxrac kirine îade bikin.”

Çalakî bi dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû.