Dayikên Şemiyê di hefteya 530. de li qadan bûn

Dayikên Şemiyê ku lêgerîna edaletê didomînin, aqûbeta Fettah Erden ê 21 sal berê li gundê Hetma yê Basaya Şirnexê hat windakirin pirsîn.

Dayikên Şemiyê ku lêgerîna edaletê didomînin, aqûbeta Fettah Erden ê 21 sal berê li gundê Hetma yê Basaya Şirnexê hat windakirin pirsîn. Dayika Murat Yildiz Hanife Yildiz bertek nîşanî polîtîkayên hikûmeta AKP'ê da û wiha got: "Hikûmet li her derê rêyan çêdike, lê rêya edaletê çênake."

Dayikên Şemiyê, di çarçoveya çalakiyên hefteyî ya bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin de di hefteya 530'emîn de çalakiya xwe berdewam kir. Dayikên Şemiyê dîsa li Qada Galatasarayê li hev kom bûn û pankarta "Kujer diyar in, winda li ku ne" û wêneyên windayan rakirin. Di çalakiyê de ewil hevsera winda Fehmi Tosun Hanim Tosun, anî ziman ku dewletê xizmên wan winda kirine û wiha got: "Em ê destê xwe dewleta qirêj bernedin û hesabê windayan bipirsin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Dayika Murat Yildiz Hanife Yildiz jî anî ziman ku dema derdikevin kolanan û mafê xwe dixwazin jî rastî lêdanê tên û wiha got: AKP dibe xwêya vê yekê û Recep jî dibe bexdenûsa wê. Li her derê rêyan çêdikin, lê rêya edaletê çênakin."

Dayika Şemiyê Hepgul Bozoglu jî daxuyanî xwend û anî ziman ku li Tirkiyeyê bêhiqûqî heye û xwest êdî edaleta kesên sûcdar bên cezakirin. Bozoglu, anî ziman ku 21 sal berê li Gundê Hetma yê Basaya Şirnexê Fettah Erden hat windakirin û wiha got: "Fettah Erden bavê 10 zarokan bû. Di nîsana 1994'an de ji bo xebatê çû nava zeviyê. Lê wê demê leşkerên Bassayê bi ser gund de girtin Fettah Erden binçav kirin. Erden piştî hat binçavkirin êdî me agahî jê negirt. Malbata Erden ji bo aqûbeta Fettah bipirsin çûn Fermandariya Leşkerî ya Bassayê, lê rastî lêdanê hatin.

'DIVÊ ŞAHIDAN LI BER ÇAVAN BIGIRIN Û LÊPIRSÎNÊ BIMEŞÎNIN'

Bozoglu, anî ziman ku sûbayên bi navê Mehmet û Ertaş gef li malbatan xwar û ji ber zextan malbatê piştî 15 sal şûnde malbatê serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê dan. Bozoglu, daxuyand ku şahidên kesên hatine binçavkirin hene û xwest daxuyanî û îfadeya şahidan li ber çavan bigirin û şahidan esas bigirin.

...