BI DÎMEN

Adem: Êrîş û komkujî nikarin vîna vî gelî bişikînin

Hevseroka Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Şîrîn Adem êrîşa pêr êvarê ya li Hesekê şermezar kir û got, ew ê Şoreşa Rojava mezin bikin û bi vî rengî hesab ji hêzên êrîşkar bipirsin.

Li Hesekê, pêr li dijî dawetekê êrîşeke xwekujî hatibû kirin û zêdeyî 30 kesan jiyana xwe ji dest da bûn, herî kêm 80 kes jî birîndar bûbûn. Hevseroka Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Şîrîn Adem tevî Hevseroka Desteya Saziya Malbatên Şehîdan Fatma Tahir, Hevseroka Desteya Parastinê Rêzan Gulo û Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Mzmin Ahmed çû cihê komkujiyê. Adem li vê derê ji ANF'ê re axivî.

'ÇETE Û HÊZÊN LI PIŞT WAN, HER KU TÊK DIÇIN, KOMKUJIYAN DIKIN'

Adem bibîr xist, ku ev du sal in çete û hêzên rejîmê êrîşî gelê Hesekê dikin, komkujiyan dikin û got, "Yên ku di roja şahiyê ya gelê me de komkujiyan dikin, wê ti carî bi ser nekevin û hesab bidin."

Şîrîn Adem da xuyakirin, ku yek ji komkujiyên xwînxwar ên komên çete û terorîst, ku pişta xwe didin hêzên derve, li Hesekê hatiye kirin û got, "Di komkujiyeke namerdî de, ku li dijî daweteke gelê me ya li Hesekê hat kirin, 30 şehîd û zêdeyî 80 birîndarên me çêbûn. Ev êrîş komkujiyek yekser li dijî jiyana bi hev re, demokrasî û azadiyê ya gelê me hatiye kirin. Weke Desteya Karên Hundir em vê komkujiya xwînxwar û namerdî şermezar dikin, ji birîndaran re şîfa xêrê, ji malbatên dilşewat re sebrê dixwazin. Çete, hêzên terorê yên ev êrîşa namerdî kirine û hêzên qirêj ên li pişt van çeteyan e, divê baş zanibin ku wê bi van êrîşan re bi ser nekevin, wê têkoşîna me ya ji hevgirtina azad a gelan û demokrasiyê dewam bike. Em careke din vê dibêjin; em bi biryar in ku mîna duh, sibe jî hesab ji van çeteyan û hêzên li pişt wan bipirsin. Bersiva herî watedar a ji bo şehîdên me jî, wê bilindkirina têkoşînê û mezinkirina şoreşê be.

Çeteyên DAIŞ'ê û hêzên qirêj û tarî yên li pişt wan, her ku derbê dixwin, êrîşî gelê me dikin. Ev du sal in şerekî dijwar li Hesekê diqewime. Hem çeteyên DAIŞ'ê, hem jî rejîm û hêzên tarî yêns er bi rejîmê êrîşê dikin. Di her êrîşê de gelê Hesekê; Kurd, Ereb, Suryanî-Asûrî li dora hev civiyan, êrîş şikandin û biryardariya jiyana bi hev re nîşan dan. Em bawer in bi vê êrîşê re wê gelê me yê Hesekê hîn bêhtir li dora biratî û jiyana bi hev bicive û bi xurtkirina sîstema federal bersivê bide dijmin."

'ÇETE Û HÊZÊN LI PIŞT WAN, LI MEYDANA ŞER TÊK ÇÛNE'

Adem diyar kir, bi komkujiya dawî re ev yek careke din derket holê; çeteyên dijminê mirovahiyê û hêzên tarî yên li pişt wan li meydana şer têk çûne û wiha dewam kir: "Eger çavê dijmin bi qasî ku êrîşî daweteke sivîlan bike sor bûbe, ev yek tê wê wateyê ku derbên mezin xwariye, şikestiye û têk çûye. Êrîş û komkujiyên bi vî rengî yên namerdî bûne çareya wan a dawî. Bi van êrîşan re hewl didin vîna gelê me bişikînin, hêviyê bişikînin, lê belê ew ê ti carî bi ser nekevin. Divê em vê yekê careke din bêjin; çeteyên tarî ku bi çek û hemû teknîka xwe nekarîn vîna gel bişikînin, bi qetilkirina jin, zarok, extiyaran re wê ti carî nikaribin vîna gel bişikînin, nikaribin li pêşiya şoreşa me bibin asteng. Em ne xerîbê van êrîşan e. Ya li Pirsûsê li dijî ciwanên berê xwe dabûn Kobanê hat kirin, ya li Dîlokê li dijî dawetekê hat krin, ya li Qamişlo bi qemyona li navenda bajêr hat teqandin, yek in. Lewma em hêzên ev êrîş kirine û polîtîkayên qirêj ên li pişt wan baş nas dikin. Li dijî van êrîş û komkujiyan, gelê me berdêlên mezin da û xwe gihand roja îro. Ji îro û pê ve jî êrîş çawa dibe bila bibe, wê hêza kesî têra şikandina hêviya gelê me neke. Wê kes nikaribe li ber azadiya gelê me bibe asteng.

Weke Desteya Karên Hundir em amade ne ji her alî ve tedbîran ji bo ewlekarî û azadiya gelê xwe bigirin û di vî warî de berdêlan bidin. Em bang li gelê xwe dikin ku ji niha û pê ve li dijî êrîşên bi vî rengî li dora hev bicive, rêxistinbûyîna xwe xurt bike û hesasî tevbigere."

...