UNICEF: Rewşa li Haîtiyê giran e

Dîrektora bi cihanînê ya Unicefê ragihand ku rewşa li Haîtiyê, ku welatekî Karabîk ê xizan e û rastî şîdeta çeteyan tê giran e.

LI HAÎTIYÊ ŞÎDETA ÇETEYAN

Dîrektora bi cihanînê ya Unicefê Catherîne Russell di hevpeyvînek de ya ligel kanala CBS’ê ya Emerîkayê got, “Gelek mirov bi awayekî cidî pirsgirêka birçîbûnê ya giran dijîn û em nikarin bi têrkerî alîkarî bidin wan.”

Li Haîtî û bi taybetî paytext Port-au-Prince di hefteyên dawî de şîdeta çeteyan girantir bûye.

Qedexeya derketina derve ya li herêma rojava ku Port-au-Prince jî di nav de ye roja Yekşemê heta roja Çarşemê hatibû dirêjkirin. Tê payîn ku rewşa awarte di 3'ê Nîsanê de bi dawî bibe.

Hat diyar kirin ku ji sedî 80 paytextê di bin kontrola çeteyan de ye.