TEV-DEM'ê bang kir: Di 1'ê Gulanê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bikin

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di peyama xwe ya 1'ê Gulanê de bang kir û got, "Di vê roja dîrokî de em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan careke din bilind bikin."

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê Roja Karkeran (1`ê Gulanê) li karker û kedkarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, cîhanê û Rojhilata Navîn pîroz kir.

Di daxuyaniyê de 1`ê Gulanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin û hate gotin: "Werin em vê rojê bi hev re pîroz bikin û di vê roja dîrokî de careke din teqezî bi azadiya kedkarê berxwedêr Rêber Abdullah Ocalan bikin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bingeha pêngavên piştgiriya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd, mîrasa berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku giyanê hêza kedkarên herêmê û cîhan bi rêya projeya neteweya demokratîk ji nû ve vejand.

Her wiha di daxuyaniyê de işaret bi rola jinên kedkar di sekna li hemberî siyasetên çewisandinê, dagirkirinê û terorîst hate kirin.

Di daxuyaniyê de bang li deste, sazî, yekitî û rêxistinên civakî û çandî hate kirin ku tev li şahiyên 1`ê Gulanê bibin.

Di dawiyê de hate gotin; "Em piştgiriya tevahî kedkaran û têkoşeran dikin ji bo ku mafên xwe yên rewa û adil bi dest bixin û civakeke demokratîk û azad ava bibe."