Roja 170'î ya şerê Xezeyê: Hejmara miriyan bû 32 hezar û 226 kes
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di roja 170'î ya şerê Xezeyê de bîlançoyeke nû weşand û ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 32 hezar û 226 kes mirine.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di roja 170'î ya şerê Xezeyê de bîlançoyeke nû weşand û ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 32 hezar û 226 kes mirine.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê de hate ragihandin ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de yên li ser Şerîda Xezeyê hejmara qurbaniyan bûye 32 hezar û 226 kes.
Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya wezaretê, di şer de ku zêdeyî pênc meh in dewam dike 74 hezar û 518 kes jî birîndar bûne.
Wezaretê diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de 84 kes hatine kuştin.