NÛ BÛ

Li Nîjerê êrîş: 15 leşker hatin kuştin

Li Nîjerê, ku welatê Rojavayê Afrîkayê ye di encama êrîşa çeteyên El Kaîdê de, 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.

Êrîşa duh a li dijî komeke leşkerên li Oûallama ya nêzî sînorên Maliyê dewriye digeriyan, ji aliyê rêxistina bi navê MÛJAO ya girêdayî El Kaîdê ve hate lidarxistin.

Li gorî nûçeya radyoya girêdayî Wezareta Parastinê, 15 leşkeran jiyan xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku di êrîşê de jî 19 leşker birîndar bûne.

Berdevkê Artêşa Nîjerê Toûre Seydoû Albdoûla Azîz jî diyar kir ku êrîş duh saetên danê nîvroyê de hatiye lidarxistin.