Li Berzîlyayê ji ber lehiyê herî kêm 25 kes mirin

Li başûrrojhilatê Brezîlyayê ji ber lehî û hezazê herî kêm 25 kes mirin.

Brezîlya ku yek ji wan deveran e ku guhertina avhewayê bandorê lê dike, di bin bandora afeta xwezayî de ye.

Waliyê Eyaleta Espîrîto Santo Renato Casagrande rewşa heyî 'kaotîk' nirxand.

Li gorî daxuyaniya rayedarên parastina sivîl, hejmara kesên li eyaletê jiyana xwe ji dest dane 17 kes e.

Renator Casagrande di hevpeyvîneke li ser tora dîjîtal de ragihand ku li bajarokê Mîmoso do Sûl gelek xanî hilweşiyan û di binê xirbeyên avahiyan de cesed hatine dîtin.

Li gorî rayedaran li herêma çiyayî ya eyaleta Rîo de Janeîro ji ber hezazê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hikumeta herêmî diyar kir ku tenê li herêma Petropolîsê ya bi 70 kîlometreyî dûrî paytexta eyaletê di encama hilweşîna malekê û avahiyeke biçûk de 4 kes mirin.

Di Sibata 2022'an de ji ber bahozê 241 kes li vê bajaroka tûrîstîk jiyana xwe ji dest dan.