Li Awûstûryayê ji bo bi hezaran penaberan cihê razanê nîne

Li kampa penaberan a li bajarokê Traîskîrchen ê Awûstûryayê, bi hezaran mirov di nava şert û mercên ne însanî de ji neçarî dimînin.

Li kampa penaberan a li bajarokê Traîskîrchen ê Awûstûryayê, bi hezaran mirov di nava şert û mercên ne însanî de ji neçarî dimînin. Li kampê ji bo 2 hezar 200 ji 4 hezar 500 penaberan cihe razan û nivîn nîne. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkên giran ên li kampê, parêzvanên mafên mirovan ketin nava tevgerê.

Tê gotin ku li kampa bajarokê Traîskîrchenê ku kapasîteya xwe 1.800 kes e, 4.500 penaber lê dimînin. Ji ber vê yekê herî kêm 2 hezar penaber ji cihê razanê û nivînan bêparin. Bi sedan penaber neçar in li derve razên.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) li hemberî şertên derveyî mirovahiyê yên li kampa penaberan ket nava tevgerê û ji bo alîkariyê destûr ji Wezareta Karên Hundir xwest. Wezareta Karên Hundir ragihand ku ew ê vê daxwaze binirxînin û biryarê li ser bidin.

Amnesty di serlêdana xwe de ji rayedaran ra ragihand ku dixwaze bi doktor û tercûmanekî re alîkariyê bide kampê.

LI DERVE YAN JÎ LI OTOBUSAN RADIZÊN

Berdevkê Wezareta Karên Hundir Karl Heînz Grûndboeck anî ziman ku li kampê bi tenê ji bo 2 hezar 300 penaberan nivîn hene, ji bo çareseriya pirsgirêka cihê razanê wan xerajên li derdorê vekirine. Grûndboeck mukur hat ku ji bo çareseriya pirsgirêkê otobusên li parkê jî hatine bikaranîn.

Ji bo rûdana van pirsgirêkan jî helwesta hikûmeten eyaletê hincet tê nîşandan ku bersivê nadin daxwazên Viyanayê û hevkariyê nakin.

EYALET BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH NÎNIN

Li gorî qanûnên Awûstûryayê, ji kar û barên qeydkirin û qebûlkirina penaberan hikûmeta federal berpirsyar e. Bi destpêkirina prosedura serlêdana penaberiyê re, ji karê bicihkirina penaberan eyalet berpirsyar in. Wezareta Karên Hundir a Federal ev demeke dirêj e gazinan dike ku eyalet bi berpirsyariyên xwe ranabin.

Serketerê Giştî yê Amnesty International Heînz Patzelt jî da xuyakirin ku Viyana bi berpirsyariya xwe radibe û çavkaniya pirsgirêkê 'reva ji berpirsyariyê' ya eyaletan e.

Li Awûstûryayê di nava 6 mehên vê salê de zêdeyî 20 hezar penaberan serlêdan kirin. Di heman dema par de ev hejmar 7 hezar 200 bû. Beşeke girîng a penaberan ji Sûriye, Afganîstan û Iraqê tên.