Kabûl li ber êrîşa Pakistanê rabû: Wê encamên xwe hebin!

Rejîma Talîbanê ya li Efxanistanê piştî êrîşa hewayî ya Pakistanê a li ser du bajarên Efxanistanê ku jin û zarok jî di nav de 8 kesan jiyana xwe ji dest da, hişyarî da got: "Dibe ku encamên neyên kontrolkirin rû bidin."

Berdevkê Talîbanê Zabîhûllah Mucahîd ragihand ku roja Duşemê di saet 03:00’yan de balafirên Pakistanê li bajarê Paktîkayê malên sivîlan bombebaran kirine û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane. Mucahîdî got ku li bajarê Hostê jî êrîşeke hewayî hatiye kirin û di encamê de du jinan jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê Talîbanê anî ziman ku Efxanistan van êrîşan şermezar dike û  bertek nîşanî binpêkirina serweriya Efxanistanê da û got: ‘’Dibe ku encamên van êrîşan yên ku Pakistan nikaribe kontrol bike, pêk were.’’

Piştî ku Talîbanê di sala 2021’ê de li Kabulê desthilatdarî bi dest xist,  aloziyên sînorî yên di navbera her du welatan de zêde bûn.

Pakistan îdîa dike ku komên çekdar ên wekî Tehrîk Talîban Pakistan (TTP-Tevgera Talîbanê ya Pakistanê) li dijî xala  Efxanistanê li ser sînor êrîşên plankirî pêk anîne.

Êrîşên hewayî yên Pakistanê du rojan piştî ku 7 leşkerên wan li nêzîkî sînorê Efxanistanê hatine kuştin, pêk hat. Serokomarê Pakistanê Asîf Alî Zerdarîyî ragihand ku êrîş ji aliyê ‘terorîstan’ ve hatiye kirin.

Zerdarîyî got ku ‘kiryar her kî be û ji kîjan welatî jî hatibe’ jî Îslamabad wê bi awayekî dijwar bersiva vê yekê bide.

Li gorî AFP'ê çavkaniyeke TTP'ê ku nexxwestiye xwe eşkere bike, ragihandiye ku roja Duşemê tenê li bajarê Paktîkayê di encama  bombebaranê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane. Çavkaniya berbehs di peyama xwe de ji AFP'ê re ragihandiye ku xaniyek hatiye hedefgirtin û 2 jin û 7 zarok hatine kuştin.

Di bombebarana artêşa Pakistanê de ya li ser rojhilatê Efxanistanê ya di Nîsana 2022’yan de nêzîkî 50 kesî jiyana xwe ji dest dabû û Îslamabadê ji Kabûlê xwestibû ku li dijî komên çekdar ên ku êrîşî xaka wan dikin, ‘tedbîrên tund’ bistînin.