Borrell: Şerîda Xezeyê êdî 'goristaneke servekirî ye'

Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell diyar kir ku Şerîda Xezeyê beriya niha 'girtîgeheke servekirî bû', lê êdî bûye 'goristaneke servekirî'.

Borrell beriya destpêkirina civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyeke kurt da û got, "Beriya şer Xeze girtîgeha herî mezin a servekirî bû. Îro ji bo gelek mirovan bûye goristana herî mezin a servekirî."

Josep Borrell serê sibehê di forûmeke Ewropayê de ya li ser alîkariya mirovî got, "Li Xezeyê êdî mirov ne li ber xelayê ne, bi hezaran mirov di nava xelayê de ne."

Borrell diyar kir ku li gel vê yekê bi sedan qemyonên ji alîkariya mirovî û xurekê, ji ber ku rayedarên Îsraîlê destûrê nadin belasebep li ber Şerîda Xezeyê disekinin.

Borrell ragihand ku ev rewş ne ya qebûlkirinê ye û got, "Birçîbûn weke çekeke şer tê bikaranîn."