Mîhrîcana Mûzîkê ya Amedê bi resepsiyonê dest pê kir

Mîhrîcana Mûzîkê ya Amedê bi resepsiyonê dest pê kir

1’emîn Mîhrîcana Mûzîkê ya Amedê li ber kêlaka Bedenên Amedê bi resepsiyona vekirinê dest pê kir. Hunermend Tara Caf jî di dema resepsiyonê de konserek da.

1’emîn Mîhrîcana Mûzîkê ya Amedê bi resepsiyano vekirinê dest pê kir. Resepsiyon li Terasa Bajar a li kêleka Bedenên Amedê bi tevlibûna Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr, Serokê Kurdî-Derê Burhan Zoroglu û gelek mêvanan hat lidarxistin.

Li gor bernameyê diviya ku hunermendên navdar ên ji Rojhilatê Kurdistanê Yalda Abbasî û Mohsen Mîzazade tevlî bernameyê bin. Lê ji ber ku dewleta Îranê dest danî ser pasaportên hunermendan, wan nekarîn werin Bakurê Kurdistanê. Hunermend Tara Caf konserek dan.

Piştî mêvanan cihê xwe girt bernameyê bi axaftina vekirinê Şaredarê Bajarê Mezin Baydemîr dest pê kir. Baydemîr diyar kir ku beriya niha ev çend sale li Amedê wan mihrîcan li dar dixisitn lê ji ber ku êdî mîhrîcanan xwe dubare kiriye, wan ji îsal pêde dest bi mihrîcanên cure bi cure kiriye. Baydemîr di berdewamê de anî ziman ku beriya niha wan mihrîcana şanoyê hatiye lidarxistin, piştî mihrîcana mûzîkê jî dê mihrîcanan fîlman bê lidarxistin. Baydemîr got ku wan ev mîhrîcan bi hevkariya Şaredariyên Bajarê Mezin, Rezan, Peyas, Sûr û Yenîşehîrê pêk hatiye û ji ber vê hevkariyê sipasiyên xwe pêş keş kir.

Baydemîr di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa heremê ku her roj şer û pevçûn diqewmin û banga aştiyê kir. Baydemîr piştî axaftina xwe bi boneya ku derhinêrê fîlma ‘Dengê Bavê Min’ ku di Mîhrîcana Altin Koza ya Edeneyê de xelata ‘Fîlma herî baş’ girtiye dawetî ser dikê kir û ji bo pîrozkirinê desteyek gul da wî.

Piştî axaftinan resepsiyonê bi konsera Tara Caf dewam kir. Bername piştî konsera bi coş bi dawî bû.