AKP ji niha ve dest li hilbijartinên li Xelatê werdide

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku fêhm kir wê Şaredariya Xelatê winda bike û DEM Partî wê bi ser bikeve, koçberên ku beriya niha li navenda Xarpêtê bi demkî bi cih kiribû, li avahiyên li Xelatê bi cih dike.

Li navçeya Xelat a Bedlîsê li sedan avahiyên ku di navbera salên 2022-2023'an de ji aliyê TOKÎ ve hatin avakirin, Tirkên Ahiskayî têne bicihkirin. Destpêkê 703 koçberên Tirkên Ahiskayî li avahiyan hatin bicihkirin. Tê payin ku 3 heta 5 hezar Tirkên koçberên Ahiskayî yên li Xarpêtê bi rengekî demkî li otel û saziyên dewletê hatine bicihkirin rojên bê li Xelatê bêne bicihkirin.

Hikumeta Tirk bi guhertina demografiyê, ji bo pêşî li serketina DEM Partiyê ya Şaredariya Xelatê bigire koçberan li Xelatê bi cih dike. Di nava çend salên dawî de TOKÎ li navçeya Xelatê 500 avahî çêkir, bi hezaran Tirk li van avahiyan hatin bicihkirin. AKP'ê di sala 2022'an de 200 avahî çêkir û 2 hezar û 500 Tirk ên Ahiskayî lê bi cih kir. Li 300 avahiyên têne çêkirin jî wê 3 hezar û 500 kes bêne bicihkirin. Di nava sala 2024'an de wê 5 hezar û 500 kes lê hatibin bicihkirin. Desthialtdariya AKP-MHP'ê ku qîma xwe bi vê jî nîne, di sala 2023'an de îhaleya hezar avahiyên nû da. Bi vê îhaleyê re wê di sala 2024'an de li Xelatê hezar avahiyên nû bêne çêkirin û nêzî 15 hezar kesên din bêne bicihkirin.

DESTWERDANA LI HILBIJARTINÊ

Tevî ku Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) di sala 2014'an de, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di sala 2019'an de di hilbijartinên xwecihî de bi ser ketin, desthilatdariya AKP-MHP'ê li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê zext û destwerdan kir, encamên hilbijartinê guhert û radestî namzetê AKP'ê kir.

JI BO DEM PARTÎ BI SER NEKEVE

Ji ber ku DEM Partî bi piştgiriya gel hîn bi xurtî tê, desthilatdariya AKP-MHP'ê ketiye nava tirs û fikaran. Tê payin ku DEM Partî di vê hilbijartinê de teqez bi ser bikeve. Ji bo astengkirina vê yekê jî koçberên Tirk ên Ahiskayî yên bi demkî li Xarpêtê hatibûn bicihkirin li Xelatê têne bicihkirin. Hikumeta AKP'ê ku 703 koçber meha Sibatê bi cih kir, dixwaze heta hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê bi hezaran koçberan bi cih bike.