Stran û klîba nû ji bo salvegera damezrandina PKK’ê

Koroya Dengê Mezopotamya’yê bi munasebeta 43’mîn salvegera damezrandina PKK’ê straneke nû amade kir.

Koroya Dengê Mezopotamya ya di bin sîwana TEV-ÇAND Ewropa xebatên xwe birêve dibe bi boneya 43’mîn salvegera Damezrandina PKK’ê klîb û stran û klîbek amade û pêşkêşî guhdaran kir.

Li ser navê koroyê Hunermend Bengî Agirî derbarê stranê de agahî da û got ku PKK’ê pêşiya mirovê azad û hunera azad vekir. Agirî her wiha diyar kir ku PKK ne tenê partiyek e, di heman demê de ji bo hemû mirovahiyê hêviyek e û diyarkir ku ew wek hunermendên Kurd qebûl nakin ku PKK di lîsteya ‘rêxistinên terorê’ de be.

Bengîn her wiha destnîşan kir ku ewê dema pêş hê bêhtir giraniyê bidin xebatên kolektîv û ji bo stran û klîba nû ev agahî da: “Arenjaya berhema bi navê ‘Vejîn’ ku gotin û muzîka vê ayîdê Hunermend Hekîm Sefkan e ji aliyê Memo Gul ve hatiye amadekirin.

Gotinên stranê wiha ye:

VEJİN

"Li malekê.

Li gundekî,li ber bêhna  çiyayekî.

Rojek sar bû.

Dilê germ gihane hev,fermana Tirsê danîn.

P K K avakirin,roj hilat buhar anîn.

Ew roj sarbûn.

Lê dil germbûn..

Ew mal bû hêviyek.

Ew gund bû zeviyek.

Çiya bûn çiya.

***

Roj derket .

derî vebû dilê tije birêket.

Rêke dûr bû.

PKK bibû hêvî,pêre pêre mezinbû.

Ew axa hişk û zuha,pêre pêre hêşinbû.

Ew rê dûr bû.

Hêvî nêz bû.

Ew gund bû cihanek.

Ew dil bû miletek.

Çiya bûn Çiya."