Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd li fûara Silêmaniyê ne

Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Silêmaniyê ne.

Sêyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Silêmaniyê hate vekirin. Di pêşangehê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî yên Şehîd Diyar Xerîb û Sakîne Cansiz tên nîşandan.

Îro li avahiya pêşangehên navnetewî ya Silêmaniyê, Sêyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Silêmaniyê hate vekirin. Hat gotin, 250 weşanxane ji 15 welatan bi nêzî nîv milyon pirtûk tevli pêşangehê bûne.

Di pêşangehê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şehîd Diyar Xerîb û Şehîd Sakine Cansiz jî hene.