NPG'ê Hefteya Lehengiyê pîroz dike

Fermandariya Biryargeha NPG'ê: Hevrêyên me Mazlûm û Mahsûm bûne meşaleyên diyarker ên serdema lehengiyê ya neteweyî ya gelê me. Li ser vê bingehê em Hefteya Lehengiyê ya gelê Kurd û hemû hevrêyên xwe yên li her qadê têdikoşin pîroz dikin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) derbarê Hefteya Lehengiyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargehê ya NPG'ê de wiha hate gotin:

"Rêberên ku hişmendiya gelan û ruhê azadiyê afirandine hene û lehengên ku ev pêngavên dîrokî bi cih anîne, hene. Her gel li ser esasê destanên lehengên xwe yên dîrokî, manewiyet û nasnameya neteweyî ya mezin bi dest dixe. Gelê Kurd ê berxwedêr, wêrek û bi rûmet ku bi nirxên xwe yên civakî ve girêdayî ye di tevahiya dîrokê de lehengtî nîşan dane û bûye xwedî lehengên dîrokî. Ji Kawayê Hesinkar heta Artêşa Nemir a Medan bê hejmar lehengên ku navê xwe li dîrokê nivîsandine, cihê xwe di bîra dîrokî ya gelê Kurd de girtine. Rêber Apo ku di rojeke Newrozê de derketinek kir, bi wî re Serdema Lehengiya Neteweyî ya herî rêxistinkirî û nûjen a gelê Kurd destpê kir. Pêşengên damezrîner ên Tevgera me ku bi hişmendî, dil û canê xwe îdeolojiya Apoyî jiyanî kirin û tevlî Rêber Apo bûn, serdema herî rêxistinbûyî, xurt û têkneçûyî ya lehengiya neteweyî ya gelê Kurd avakirin û diyariya herî watedar a dîrokê diyarî gelê me kirin. Lehengên ku ji bo parastina hebûna gelê me, azadiya wan misoger bikin û siberoja wan bigirin bin garantiyê bê dudilî xwe feda kirine derketin holê.

Gelê Kurd hefteya di navbera çalakiya lehengiya mezin a Kawayê Hemdem Hevrê Mazlûm Dogan a di 21'ê Adarê de û şehadeta hevrê Mahsûm Korkmaz ku fermandarê efsanewî yê gerîlayê Kurdistanê ye, di 28'ê Adarê de weke Hefteya Lehengiya Neteweyî pîroz dike. Hevrê Mazlûm û Mahsûm weke şexsiyetên esilzade ku hişmendî û wêrekiya partiya me PKK'ê herî zêde bi xurtî tê îfade dikin, bûne navê sekna fedayî ya îdeolojiya Apoyî ku derbasî dîrokê bûye. Sekna dîrokî ya Kawayê Hemdem hevrê Mazlûm Dogan ê li Zîndana Amedê, ruh û xeta berxwedanê ya Partiya me diyar kir û hevrê Mahsûm Korkmaz ku ev ruh weke rênîşandêrê xwe hilgirt û berê xwe da çiyayên Kurdistanê, dest bi gerîlatiyê kir û bi Pêngava 15'ê Tebaxê ya dîrokî re şêwaza têkoşînê ya fedaî xist pratîkê. Hevrê Mazlûm û Mahsûm ên di dîroka Kurdistanê de weke sembol, ruh, xet û lehengan daketin ser dikê, bûne meşaleyên diyarker ên serdema lehengiyê ya neteweyî ya gelê me. Li ser vê bingehê em Hefteya Lehengiyê ya gelê Kurd û hemû hevrêyên xwe yên li her qadê têdikoşin pîroz dikin. Em di şexsê lehengên xwe yên neteweyî de hemû şehîdên xwe bi rêzdarî, minetdarî û dilsoziyeke kûr bi bîr tînin, em diyar dikin ku di her şert û mercî de em ê her tim şopdarê xeta şehîdan bin û ti carî tawîz nedin.

Hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) fermandarekî mezin bû ku bi girêdana xwe ya kûr a bi Rêber Apo re bîrdoziya Apoyî gelekî baş fêhm kiribû, bi jiyanî kiribû, bi serketina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi xurtî bawer kiribû û bi gerîlatiyê ve girêdayî bû. Hevrê Egîd rêberekî gel ê xurt bû ku di şexsê xwe de îrada azad û lehengiya gelê Kurd tacîdar kiribû. Hevrê Egîd Pêngava 15'ê Tebaxê ya bi rûmet bi şêwaza xwe ya fermandariya mînak pêk anî û rêveçûna şerê me yê gel ê şoreşgerî bi veguherandina şêwazê gerîla diyar kir. Meşa biryardar a hevrê Egîd, di mezinbûna artêşa me ya gerîla de, belavbûna wê li tevahiya Kurdistanê, di avakirina şerê gelê me yê şoreşgerî û gerîlatiya serketinê de bi bandor bûye.

Têkoşîna me ya gerîlatiyê û meşa me ya lehengiyê ku bi guleya yekemîn a fermandar Egîd destpê kir, îro bûye artêşeke fedayî ya bi ruhê fedaî yê Apoyî şer dike. Îro di têkoşîna me ya gel a şoreşgerî de ya ku bi pêşengiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, pêşketinên taktîk ên ku HPG'ê pêk anîne, asta ku bi rêya jinûve avakirinê bi dest xistiye, avabûna ku di afirîneriya taktîk û pêkanînê de gihaştiye, qabiliyeta wê ya ku teknîka ku pêşxistiye bixe xizmeta taktîkan û ya herî girîng van hemû bi ruhê fedaî yê Apoyî bi pratîkirin ji bo dîroka gelê Kurd nirx û destketiyek mezin e. Gerîlaya Azadiyê ya Kurdistanê li ser şopa şehîdên xwe dimeşe û armancên wan yek bi yek pêk tîne û ji bo bibe layiqî wê têdikoşe. Em soz didin ku em ê bi hişmendî, ruh, bawerî û biryardariya ku em ji lehengên xwe digirin têkoşîna xwe hê bêhtir mezin bikin û em ê layiqî bîranînên wan bin.

Em gelê Kurd ê leheng ku li ser şopa lehengên xwe bê teredût dimeşe, hişmendî û dilê wan kirine rênîşên xwe û bi pîrozkirina Newroza Azadiyê bi rengekî bi heybet xwedî li lehengên xwe derketine, silav dikin. Em Hefteya Lehengiyê careke din li gelê xwe yê welatparêz û hevrêyên xwe pîroz dikin û di têkoşîna wan ya azadiyê de li her qadê ji wan re serketinê dixwazin."