Roja 3'an berxwedana Amedê: Mirov hatin destgîrkirin û birîndar hene

Parlementerê HDP’ê Ridvan Tûran di çalakiya protestoyê de, polîsan êrîşî wî kir.

Polîsên rejîmê êrîşî meşa li Ofîsê kir. Parlementerê HDP’ê Ridvan Tûran ê di nav çalakgeran de bû, polîsan êrîşî wî kir. Parlementer Tûran rakirin nexweşxaneyê.

Di dema êrîşê de parlementer Remziye Tosûn jî ji ser hişê xwe çû û ew jî rakirin nexweşxaneyê.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li nêzî şaredariya bajarê mezin a Amedê meş dest pê kiribû. Di meşê de heta niha 15 kes hatine destgîrkirin û du rojnameger jî hatin derbkirin.

Dema ku meş didomiya, hejmara kesên hatine destgîrkirin jî zêde bû. Parlementer ji bo ku kesên hatine destgîrkirin serbest werin berdan, li Ofîsê dest bi çalakiya rûniştinê kirine.

Kesên hatine destgîrkirin xistin otobusa girêdayî şaredariya  bajarê mezin, Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş nerazîbûn nîşanî vê rewlê da û got karê destpêkê yê qeyûm wesayîta şaredariyê kiriye wesayîta destgîrkirinan.

Li aliyê din polîsan êrîşî rojnamger Lezgîn Akdenîz, Berîtan Canozer û Hayatî Yildiz kirin ku çalakî dişopandin û rojnameger derb kirin.

Çalakiya protestoyê saet 16:00'an bi dawî bû. Lê tê payîn ku bi pêşengiya jinan saet 17:00'an daxuyanî were dayîn.