Meclîsa Gel bang li Barzanî kir

Heyeta ji Meclîsa Gel, rûspî û Komîteya Dîplomasî ya Karê Derve pêk tê bi peyamekê bang li Serokê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku li ser pirsgirêk û guşerên li ser Mexmûrê bicivin.

Ji bo êrîş û dawîbûna ambargoya piştî bûyera 17’ê Tîrmehê ya li restoranta Hoqqabaz a Hewlêr a Başûrê Kurdistanê li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê bi dawî bibe, heyeta ji endamên Meclîsa gel, rûspiyên wargehê û Komîteya Dîplomasiyê ya Karê Derve hatibû çêkirin. Ev heyet ji bo di demek kin de dawî li vê ambargoyê bê bi parlementer, saziyên mafê mirovan re ketibû nava hevdîtinan.

Piştî gelek hevdîtinên ku ti encam nehatin bidestxistin vê carê heyetê bi peyamekê daxwaz ji Serokê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku li ser pirsgirêk û ambargoya li ser wargehê bicivin.

Di peyamê de ku daxwaz ji Barzanî tê kirin ku 15 rûspiyên Mexmûrê wê li ser navê wargehê amade bin ji bo gotubêjkirina pirsgirêkan û çareseriyê.

Heyetê peyam bi rêya Komîteya Nûnertiya PDK’ê ya Mexmûr xwestin bigihînin Barzanî.

ANF’ê xwe gihand peyama ji bo Barzanî hatiye şandin û di peyamê de ev tê gotin: “Em penaberên Bakurê Kurdistanê ev bu 26 sal in em li ser xaka Herêma Kurdistanê dijîn. Nifûsa welatiyên li Mexmûrê dijîn derdorî 12 hezar kesî re ye.

Em li ser navê Wargeha Penaberan a Mexmûr ji bo çareserkirina pirsgirêk û çareserkirina aloziyên demên dawî li ser wargehê daxwaz ji we Birêz Mesûd Mûstefa Barzanî dikin bi tevlîbûna 15 rûspiyên wargehê li gel we bicivin.

Em bi hêvîne ku di demek nêzîk de bersivek ji bo peyama me bê dayîn.

Komîteya Peywendiyên Derve ya Wargeha Mexmûr ”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev 35 roj in çûn û hatin li ser penaberên Mexmûrê hatiye girtin. Di nava van 35 rojan de du pitikên dayikên bi navê Fatma Kara û Zeyneb Ehmet ên nehatibû dinê ji ber girtina rê rehmet kiribû.

Her wiha bi hezaran karker ji ber girtina rê nikarin biçin karê xwe.