Ciwanên Şoreşger banga tevlîbûna Newroz Qendîl kirin

Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer duh şev li Çiyayê Kêwe Reş ê Ranyayê Newroz pîroz kirin û banga tevlîbûna Newroza Qendîl kirin.

Ciwanên Şoreşger duh derengiya şevê li Çiyayê Kêwe Reş a Ranyayê bi meşale û fîşekên hewayî Newroz pîroz kirin.

Her wiha ciwanan ji bo Newroza Qendîlê jî banga tevlîbûna xurt di serî de li ciwanan û hemû gelê Başûr kir.