'Şert e ku di vê demê de kongreya neteweyî bê kirin'

Hevserokê KCD'ê û Parlamenterê Agiriyê Berdan Ozturk destnîşan kir ku Kurd di pêvajoyeke dîrokî de ne û got, şert e ku di vê pêvajoyê de kongreya neteweyî bê pêkanîn.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, têkildarî serdana Herêma Federal a Kurdistanê û mijarên di rojevê de ji ANF’ê re axivî. 

‘LI DIJÎ KURDAN HIŞMENDIYA DAGIRKRINÊ YEK E’

Ozturk anî ziman ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê di serdemên dîrokî de derbaz dibin û wiha axivî: “Berî niha ji bo serdana Başûr plansazî hatibû kirin, lê belê ji ber pêşketinên li Bakur ev plansazî hate taloqkirin. Polîtîkayên hikûmeta Tirkiyeyê hemû li ser tunekirin û înkarkirina Kurdan tên birêvebirin. Tirkiye bi navê operasyona ‘Pençe, Pençe 1, 2 û 3’ xaka Başûr dagir dike. Di sala 2003’an de li Başûr du qereqolên Tirkiyeyê hebû niha hejmara qerqolan bûye 36. Dîsan rewşa Rojava jî wiha ye. Li ser xeta sînor çekên giran hatine bi cih kirin. Di sê salên dawî de gelek tişt hatin zelalkirin, hikûmeta faşîst ya AKP-MHP’ê naxwaze Kurd bibe xwedî kevirekê û ji bo ev yek pêk neyê di hemû aliyan de êrîşî Kurdan dike. Duh Efrîn dagir kirin, ji xwe pêvajoya referandûma Başûr di holê de ye. Tirkiye li ber çavên tevahiya dinyayê gef li Başûr xwarin û deriyê sînor girtin. Hişmendiya Efrîn dagir kir û hişmendiya di hewldana dagirkirina Başûr de û hişmendiya tayinkirina qeyûman hemane. Ev hemû berdewama şerê taybet yê li dijî Kurdan e. Di serdana me ya Başûr de ev mijar tevahî hatin nîqaşkirin û me nêrînên xwe bi hevre parve kir. Birêz Mesûd Barzanî, Neçîrvan Barzanî, Mansûr Barzanî û Berhem Salîh ev bi dilek germ pêşwazî kirin û ev serdan gelek girîng ditîn.”

‘ENIYA DEMOKRASIYÊ’

Ozturk da zanîn ku hikûmeta Başûr pêşketinên li Bakur ji nêz ve dişopînin û wiha pê de çû: “Operasyonên siyasî li ser siyasetmedaran berdewam dike. Nêzî deh hezar endamên HDP’ê hatin girtin. Dîsan li ser KCD’ê weke herdemê êrîş hene û berî du rojan li Wanê jî endama dîwana me hatin binçavkirin. Ji bo civaka Kurd bi tu awayî xwe bi rêxistin neke, bi her awayî êrîş dike. Başûr jî van êrîşan dibîne û ji nêz ve dişopîne. Di hevdîtinan de me ev yek nirxand. Li gel hemû êrîşên li ser HDP’ê, HDP herdem di jiyana azad û wek hevde israr dike. Li dijî eniya faşîst divê li Tirkiyê em eniya demokrasiyê xort bikin. Eniya demokrasiyê ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn girînge û pêwîst e. Eger îro pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, wê Tirkiye pêşengtiya ji Rohilata Navîn re bike. Eger ku pirsgirêk neyê çareserkirin dê AKP Tirkiyeyê li ber tarîbûnê ve bibe. Divê êdî her kes biryara xwe bide. Yan rêya faşîzmê yan jî rêya demokrasiyê. Di dîrokê de gelek mînakên vê yekê hene û roj bi roj em vê yekê li Tirkiyeyê dijîn. Li Tirkiyeyê di her alî de li ser muxalefetê êrîş pêk tên û dixwazin dengê muxalefetê bi fetisînin.”

‘AKP-MHP BI ŞER EMRÊ XWE DIRÊJ DIKE’

Ozturk destnîşan kir ku AKP-MHP bi rêya şer dixwaze emrê xwe dirêj bike û wiha dom kir: “Tirkiye di her alî de di nava şer de ye û bi şer dixwaze emrê îxtidara xwe dijrêj bike. Li Tirkiyeyê eger ku şer, kaos û kriz tunebe dê AKP û MHP jî tune be. Ji bo vê yekê ji HDP’ê û saziyên Kurdan hêviyek mezin heye. Sereke armanca me em li Tirkiyeyê eniya demokrasiyê xort bikin û li çar aliyên Kurdistanêjî yekitiya neteweyî bi afirînin. Di şert û mercên ewqas êrîş li ser deskeftiyên Kurdan pêk tên, divê demê de kongreya neteweyî elzem e. Divê di her alî de gelê Kurd yekitiya xwe ava bike. Dema ku em parçe bin di her alî de li hemberî Kurdan êrîş pêk tê. Li Rojava, Başûr û Bakur êrîş hene. Kurd xwedî bi hêzin û dikarin li hemberî vê yekê rawestin. Ev yek me tevahiyan di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de dît. Tenê divê Kurd bibin xwedî yekitî û bibin yek.”

‘PEYWIRA YEKEMÎN LIDARXISTINA KONGREYA NETEWEYÎ YE’

Ozturk bilêv kir ku weke KCD peywîra yekemin li darxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd pêk bên şert û mercên îro ji yên duh baştirin. Her kes bi vekirî êdî dijminatiya xwe li dijî Kurdan îlan dike. Yektiya Kurd, îro ji bo partî yan jî saziyekê nîne. Yektî ji bo xelkên Kurdistanê ye û divê ev yek jî demildest bê pêk anîn. Êrîş li ser nasnameya Kurd heye. Divê her partî û rêxistinên Kurd îdolojî û berjewendiyên şexsî bidin aliyekê û li hemberî êrîşan bibin bersiv. Hikûmeta Başûr jî bilêv kir çareserkirina pirsgirêka Kurd yekitiya neteweyî ye. Weke Bakur û Başûr jî me anî ziman eger ku îro Kurd yektiya xwe ava neke û negihêje statuya xwe dê ev pirsgirêk heta sedsal din jî bidome. Em ê sedsal din jî winda bikin. Fikrên me û yên hikûmeta Başûr li ser Kongreya Neteweyî ya Kurd yeke. Tu alî ji derveyî yektiyê tiştek cuda naxwaze.”

‘AKP Û MHP PÊŞEROJA TIRKIYEYÊ TARÎ DIKE’

Ozturk destnîşan kir ku AKP û MHP pêşeroja Tirkiyeyê tarî dike û ev tişt got: “Ji dîrokê heta niha dema hikûmeta Tirkiyeyê dikeve tengasiyê pirsgirêka Kurd ji bo xwe bikartînin. Niha AKP-MHP dixwaze rejîma faşîst xort bike. AKP-MHP rewabûna xwe winda kiriye û niha jî bi şerê li dijî Kurdan xwe didin jiyan kirin. Niha AKP-MHP’ê hemû hêza xwe daye êrîşa li ser HDP’ê. Deriyê HDP’ê ji bo hemû kesê re vekiriye. Ji ber ku HDP partiya gele û partiya gelan e. Dayikan em baş fêm dikin û dayik mafdarin. Dema dilê mirov dişweite mirov dikare hemû tiştê bike. Lê ya girîng divê tu dayik û malbatên me neyên lîstîka AKP’ê. Divê her kes lêbihore, gelo ev ciwan çima berê xwe didin çiya? Sedema vê çiye? Sedama vê yekê şere û sedam şer jî AKP-MHP ye. Çarseriya vî şerî jî aştiyê. Pirsgirêkek heye, lê belê AKP-MHP ji bo pirsgirêk çareser nekin û xwe li ser lingan bigrin, êrîş dikin. Ev pirsgirêk tenê ne ya HDP’ê ye. Pirsgirêk ya tevahiya partî û kesên siyasetê dikin in. Divê ev pirsgirêk dibin sêwana meclîsê de bê çareserkirin. HDP herdemê amadeye ji bo çareserkirinê. Gelo kesên agirê şer geş dikin jî amadene. AKP-MHP bi vê yekê tiştekê bidest naxe û berovajî vê yekê Tirkiyeyê tarî dike.”