Zimanê Maas negeriya ku bêje 'DAÎŞ bi destê QSD'ê qediya'

Serokên gelek dewletan QSD pîroz kirin ji ber ku stargeha dawî ya DAÎŞ'ê ya li Sûriyeyê, Baxoz rizgar kir. Lê belê Wezîrê Karên Derve yê Elman Maas navê QSD'ê neanî ser zimanê xwe.

Medya dinyayê cihekî berfireh da serketina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li Baxozê û lîderên dinyayê bal kişandin ser hêzên Kurdan û QSD pîroz kirin.

Lê belê helwesta hikumeta Elman a federal li pêşberî serketina QSD'ê bal kişand. Wezîrê Karên Derve Heiko Maas li ser hesabê xwe yê medya civakî Twitterê got, "Baxoz êdî azad e. Gaveke girîng hate avêtin û êdî herêmeke ku di kontrola DAÎŞ'ê de ye nîne. Ev yek bi karekî bêhempa û navneteweyî pêk hat ku Elmanya jî tevlî bû."

Ji ber ku Maas navê QSD'ê bilêv nekir, bikarhênerên medya civakî doh êvarê rexneyên giran li vê helwesta Maas kirin. Gelek bikarhênerên medya civakî bi bîr xistin, hêza herî girîng a QSD'ê ya ku DAÎŞ têk bir, YPG/YPJ ye û diyar kirin, dewleta Elman hewl dide YPG/YPJ'ê krîmînalîze bike.

'JI BO KUŞTINA YÊN KU DAÎŞ TÊK BIRIN, WE ÇEK FIROTIN'

Hate ragihandin ku QSD'ê di şerê dijî DAÎŞ'ê de 11 hezar şehîd dane û Elmanya hate rexnekirin ku tevî di koalîsyona dijî DAÎŞ'ê de cih digire, vê yekê nabîne. Çend ji şîroveyên bikarhênerên medya civakî li binê peyama Maas wiha ne:

- We jî (hikumeta Elman) ji bo kuştina şervanên YPG û YPJ'ê ku di têkbirina DAÎŞ'ê de kedeke xwe ya mezin hene, panzer û çek firotin Erdogan.

- Xuya ye we ji bîr kirine ku bi tankên Leopard 2 li ber şaredariya Efrînê çawa wêne hatiye kişandin.

- Îngilîzan, Fransiyan û Emerîkayan navê Kurdan bilêv kirin, lê belê Maas pesnê xwe dide. Şerm e ku ji bo dilê Tirkan nehêlin, Elmanya Kurdan jinedîtî ve tê.

- Tiştekî mîna heneko ye; Elmanyayê destek da Erdogan, Erdogan jî destek da DAÎŞ'ê...

- We agahiyên li ser têkoşîna dijî DAÎŞ'ê dan Tirkiyeyê, Tirkiyeyê jî da DAÎŞ'ê. Spas ji te re artêşa Elman... Divê hûn ji xwe şerm bikin.

- Hûn sembolên yên ku Baxoz rizgar kirin û DAÎŞ qedandin qedexe dikin. Gelo ev yek nakokî nîne?

- Li qisûrê nenêrin, lê Elmanyayê di vî şerî de tiştek nekir. Kurd li eniya şer tenê bi piştgiriya DYE'yî, Fransayî û Îngilîzan şer kirin.