Zexta li girtiyên li Alanyayê zêde dibe
Zêdebûna zext û zordariya li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê malbatan dixe nava tirs û fikraan.
Zêdebûna zext û zordariya li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê malbatan dixe nava tirs û fikraan.
Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa L a Alanyayê Selahattîn Dîlek, Îbrahîm Ertaş û Alî Yapan bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn û bal kişandin ser zêdebûna zext û zordariya li girtîgehê. Girtiyan bang li raya giştî kirin.
'ZEXT Û ŞERÊ PSÎKOLOJÎK HENE'
Dîlek ku nêzî 2 sal in li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê ye got, "Serdegirtina nîvê şevê roj bi roj zêde dibe. Bi vê yekê re şer û zexta psîkolojîk dikin. Bi rojan nahêlin mehkûm razên. Bi vî rengî dixwazin jiyana rojane ya mirovan biherimînin."
Dîlek da xuyakirin, binpêkirina mafên mirovan ên zêde bûne ji aliyê însanî û hiqûqî ve sûc e û destnîşan kir ku bêdengiya raya giştî nayê qebûlkirin.
LÊGERÎNA BI RENGEKÎ TAZÎ LI GIRTIYAN TÊ FERZKIRIN
Ertaş jî diyar kir ku bal kişand ser lêgerîna bi rengê tazî ku rûmeta mirovan dişikîne û got, "Pêkanîneke din ku gelekî zorê dide me, lêgerîna bi awayekî tazî ye. Yek ji rêbazên binpêkirina mafên mirovan ên dema dawî zêde bûye ev e. Mehkûmên ku li ber vê radibin dibin hedefa êşkence û lêdanê. Ya jî cezayê wernegirtina nameyan, qedexekirina telefonê û ragihandinê li wan tê birîn."
NAHÊLIN BÊN DERMANKIRIN
Yapan da xuyakirin ku mafê tedawîbûnê ku mafê herî xwezayî yê her mehkûmî ye, herî zêde di vê demê de tê binpêkirin û got, "Hevalên me yên nexweş nayên dermankirin. Hevalên ku divê biçin cem doktor, di rê de heqaret û zext li wan tê kirin. Di wesayita rîngê de bi saetan tên gerandin û bêyî bibin doktor, li girtîgehê vedigerînin."
MALBATAN BANG KIRIN
Malbatên girtiyan jî bang li saziyên mirovî kirin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê.